PDK’ê tankên Tirk bicihkirin

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 01:35

Hate ragihandin ku dewleta Tirk tankên xwe gihandiye Bendava Dêrelukê ya ku di bin kontrola PDK’ê de ye û li herêmê bi cih kiriye.

Li gorî agahiyan şeva 27-28’ê Tebaxê saet navbera 01:00-02:00 artêşa Tirk a dagirker 2 tankên ku li TIR’an siwar kiribû ji Deriyê Sînor ê Serzerê derbas kir ku di bin kontrola PDK’ê de ye.

Li gorî agahiyan, tank ji rêya asfaltê di nava bajarê Amediyê re hatin derbaskirin û li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin.

Bendava Dêrelukê li ser Ava Zê ye, di navbera girên Bahar û Kurojahro de ye û li navenda rojhilat û rojavayê Zapê ye.

Hate ragihandin tankên ku bi hevkariya PDK’ê derbasî herêmê bûne, wê ji cihê Bendava Dêrelukê li qada Geliyê Reşova bêne bicihkirin û li dijî tunel-çeperên gerîla bêne bikaranîn.

PDK’ê par li Bendava Dêrelukê bi cih bûbû û li jora wê jî leşkerên Tirk hatibûn bicihkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.