PDK’ê serhengê xwe girt

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:39

  • Mihemed Arif ji xelkê devera Behdînanî ye û di nava hêza Zêrevanî de wek Serheng (Muqedem) erkdar e. 

Serheng (Muqedem) Mihemed Arif ji ber ku wî li ser binpêkirinên mafan, rexne li hêza Zêrevanî ya ser bi PDK’ê kir, 11´ê Çileyê 20222´yan ji aliyê Parastina PDK’ê ve hatiye girtin û heta nûçeya me dihat amadekirin jî nehatibû berdan.

Roja 11’ê Çile, Axfîn Mihemed Arif, li ser hesabê xwe yê facebookê peyamek belav kir û got, bavê wî (Mihemed Arif) danê sibehê çûye baregeha Zêrevanî ya li Hewlêrê, piştre telefona wî hatiye girtin û ti xeber jê nayê wergirtin.

Mihemed Arif ji xelkê devera Behdînanî ye û di nava hêza Zêrevanî de wek Serheng (Muqedem) erkdar e. 

Kurê wî Axfîn diyar dike ku beriya bavê wî were girtin, ji ber neheqiya li beramberî wî hatibû kirin, rexne li hêza Zêrevanî kiribû. Axfîn diyar dike ku piştre bangî bavê wî dikin, piştî bavê wî diçe baregeha Zêrevanî ya li Hewlêrê, wan weke malbat ji wê demê ve ti xeber jê negirtiye.

Piştî peyamê dibêjin me ew girtiye

Piştî belavkirina vê peyama kurê Serhengê Hêza Zerevanî, Mihemed Arif, îstîxbarata PDK´ê Parastin li gel malbata Mihemed Arif diaxive û ji wan re dibêje, Mihemed Arif li cem wan girtî ye.

Li gorî agahiyên ji malbatê hatine bidestxistin, heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî Mihemed Arif nehatibû berdan.

Li ser neheqiya li Serheng Mihemed Arif hatiye kirin û rexneya wî li hêza Zêrevanî kiriye, me nekarî xwe bigihînin agahiyan.

HEWLÊR  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.