PDK ziyanê dide
În 3 Gulan 2024 - 00:42
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir hevkariya PDK’ê ya bi Serokê Kabîneya Şer Erdogan a li Bexda û Hewlêrê bi bîr xist, diyar kir Erdogan xilasiya xwe di şer de dibîne, PDK jî bi helwesta xwe dibe gopalê vê siyaseta Erdogan û ziyaneke dide gelê herêmê, xwe li nav yekîtiya netewî nabîne.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir serdana Serokê Kabîneya Şer a Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Bexda û Hewlêrê nirxand.
Xilasiya xwe di şer de dibîne
Bayindir anî ziman ku desthilatdariya Erdogan di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de derbeke giran xwar, domdarkirina desthilata xwe di şer de dibine û got,’’Bi vê çarçoveyê siyaseta xwe dibe derve û hewl dide bi siyaseta şer xwe rizgar bike. Bi planên êrîşê yên nû yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hewl dide hilweşîna xwe beralî bike. Bi vê armancê ji bo konsepta şer dest bi hin hewldanên dîplomatîk kir û dixwaze vê yekê bigihîne asteke nû. Erdogan bi vê çarçoveyê heta niha bi gelek dewletan re hevdîtin kir."
Jehrkuj yekîtiya netewî ye
Bayindir anî ziman, di demeke bi vî rengî de ku li Rojhilata Navîn qert jinûve têne belavkirin, hevsengî hatiye guhertin, banga ji DYE'yê ya ji bo Erdogan û serdana Erdogan a piştî 12 salan a li Hewlêr û Bexdayê bi bîr xist û got,’’Desthilatdariya Erdogan hewl dide hîmê şerekî nû yê li Kurdistanê dîne ku çar salan an jî demeke hîn dirêj dewam bike. Bi kurtasî di bingeha serdana desthilatdariya Erdogan a ji bo Iraqê de konsepteke nû ya tasfiyeyê ya li dijî gelê Kurd heye. Li dijî vê konsepta şer a li ser gelê Kurd, yekîtî û hevgirtina Kurdan jehrkuja vî şerî ye. Yanî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
PDK nebû parçeyê yekitiyê
Bayindir her wiha got, "Bi vê têgihiştinê me hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd bi gaveke din bi pêş ve bir û ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan her tim hewl dan. Di vê çarçoveyê de me karên girîng kirin. Di vî karî de em bi gelek hêzên Kurdistanî re meşiyan. Di vê rêyê de li ser pirsên 'Em Kurd çawa dikarin nirxên xwe biparêzin, destketiyên xwe ewle bikin û statuya xwe misoger bikin' me gelekî hewl dan û kar kirin. Lê belê PDK ti carî nebû parçeyek ji vê pêvajoyê. Her tim xwe da aliyê eniya li dijî têkoşîna parastina destketiyên Kurdan. Mixabin ev helwesta PDK'ê gihîşt wê astê ku PDK ji hêzeke Kurdistanî dûr ket û bû parçeyek ji feraseta li dijî Kurdistanê. Rewşa ku îro li Başûrê Kurdistanê rû daye nîşaneya vê yekê ye. Mînak; îro bi destûra PDK'ê û piştgiriya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 70 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Me berê jî dît bê PDK'ê çawa alîkarî bi dewleta Tirk re kir."
PDK ziyaneke mezin dide
Bayindir anî ziman ku PDK bi dewleta Tirk re li qadên aborî, leşkerî û îstîxbaratê ve hevkariyê dike, li gelek herêman baregehên leşkerî yê nû ava kiriye û got, "Piştre jî van baregehan radestî dewleta Tirk dike. Em pêvajoya şoreşa Rojava bînin bîra xwe. Ji destpêkirina Şoreşa Rojava û vir ve siyaseta ku PDK dimeşîne zerareke mezin da gelê herêmê. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim; dewleta Tirk ti carî parçeyekî Kurdistanê cuda nenirxand, stratejiya xwe jî her tim li ser vê bingehê amade kir. Siyaseta xwe bi rengekî welê meşand ku Kurd timî yek dît. ‘’
Diyarker helwesta gel e
Bayindir di mijara pêşwazîkirina Erdogan a bi alên Tirk de got, "Gelo çima li Hewlêrê hebû? Divê em li ser vê bifikirin. Bêguman dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim; ya ku paşeroja têkiliyên PDK-Erdogan diyar bike helwesta gel e. Dibe ku PDK hevkariya xwe ya bi desthilatdariya Erdogan re niha jî dewam dike. Lê belê bi dîtina min gelê Başûrê Kurdistanê rastiyan baş dinirxîne. Jixwe li Mexmûr, Şengal, gelek bajarên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn ji serdana Erdogan re hate nîşandan. Eger ev nerazîbûn li ser bingeheke rast bê nîşandan wê ti hevkariya li dijî destketiyên Kurdan bi ser nekeve."
ANF