PDK rastiyê berevajî dike

Pêncşem 17 Kanûn 2020 - 02:18

YPG'ê li ser îdîayên Serbest Lezgîn ê PDK'î diyar kir ku Lezgîn rast nabêje. Lezgîn îddîa kiribû ku Hêzên YPGʼê êrişî hêzên pêşmerge kiriye.

Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), îdîayên Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Başûrê Kurdistanê Serbest Lezgîn derew derxist û da zanîn ku Lezgîn der barê rewşê agahiyên manîpulatîf dide.

Serbest Lezgîn ê PDK'î ku Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Başûrê Kurdistanê ye, îdîa kiribû ku hêzên YPG'ê li ser sînorê Rojava-Başûr êriş biriye ser çeperên pêşmergeyan. Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku îdîayên Lezgîn ê PDK'î dûrî rastiyê ne. Dema me nûçe amade dikir, çav li rê bû YPG daxuyaniyeke berfireh li ser rewşê bide.

Çi diqewime

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a hemwext li dijî Rojava û Tevgera Azadiya Kurd li gel dewleta Tirk dest bi propagandaya reşkirin û operasyonên qirêj kiriye îdîa kir ku ‘YPGê êrîşî Pêşmergeyan kiriye’. Lê gelo rewş çawa xuya dike.

Devera Lezgîn ê PDK’î îdîa dike ku YPG’ê êrîş kiriye herêma Sihêla a Dêrikê ji ber ku dikeve devera 30 kêlometre ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye 22’yê Cotmehê 2019’an di çarçoveya peymana Soçiyê de hêzên YPG, YPJ û QSD’ê lê nînin.

Li ser nerazîbûnan medyaya ser bi PDK’ê îdîa PDKʼê ya digot ‘YPG’ê êrişî Pêşmergeyan kiriye’ û ‘Şer qewimiye’ neçar ma rake û nûçeya xwe bi şêweyê ‘PKK û YPG’ê li Sihêlanê êrişî Pêşmergeyan kirin’ servîs kir.

Ev operasyona Serbest Lezgîn ê PDK’î û medyaya PDK’ê parelelî gotinên berî du rojan a Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesûr Barzanî ya li gel Nûnerê Taybet ê Sûriya yê DYE’yê Joel Raybûrnê bi rêya telefonê kirî ye.

Di saetên PDK’ê îdîa kir ku ‘YPG êrîşî Pêşmergeyan kir’ Wezîrê Karê Derve yê PDK’î yê Iraqê Fûat Hisên li Enqerê bû û hevdîtina wî ya li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çawîşoglû balkêş bû.

Gotinên Çawîşoglû yên weke ‘Li Sûriyeyê, PKK û YPG heman rêxistinin, ne girînge nav çi be, li wir êrîşî birayên me yên Kurd kirin. Ji bo bi temamî PKK ji Iraqê bê paqijkirin em weke Tirkiye desteka ji me bê em ê bikin’ jî balkêş bû.

Fûat Hisên ê PDK’î jî diyar kir ku li ser peymana Şengalê civiyane û got: “Peyman bi qasî ji bo Iraqê girîng e ji bo herêmê jî ewqas girîng e.”

Beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî ya Enqerê çûyîna Fûat Hisên a Enqerê, provakasyona PDK’ê ya ‘YPG’ê û PKK’ê êrîşî pêşmerge kirin’ bû sedemê pirsên bê bersiv. Provakasyon û operasyonên li dijî Rojava û Tevgera Azadiya Kurd hevpar ji aliyê rayedarên Tirk û PDK’ê ve tê birêvebirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.