PDK malbatek ji sînorên xwe der kir

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:22

  • Asayîşa Hewlêrê malbateke ji Colemêrgê, tevî du zarokên wan, dersînor kir.

Asayîşa Hewlêrê malbateke ji Colemêrgê, tevî du zarokên wan, dersînor kir. Malbat tevî sermaya zêde niha li deriyê Dêgela ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rawestiyane û NY jî bersivê nadiyê. Her wiha li welatparêzê bi navê Gûngor Alp jî gefa dersînorkirinê hate xwarin.  

Asayîşa Hewlêrê careke din dest pê kir welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên ji ber zextên dewleta Tirk penaber bûne, dersînor bikin.

Welatiyê bi navê Hasan Kaçar li gel hevjîn û du zarokên xwe bi darê zorê li seyareyekê siwar kirin û derxistin derveyî seytereya Dêgela ya li ser sînorê Silêmaniyê.  

Li gorî agahiyên ku malbata Kaçar dane Rojnewsê, ji sala 2015’an ve ew Hewlêrê dijîn. Hasan Kaçar diyar kir ew ji bo doza siyasî ya Kurd 12 salan di girtîgeha dewleta Tirk de maye û paşê ji ber nexweşiya xwe ya kronîk a giran li ser israra Rêber Abdullah Ocalan, ew û çend girtiyên din ên nexweş, sala 2014’an ji girtîgehê derketiye û paşê jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.

Piştî ku Kaçar tevlî karûbarên otopsiyê yê welatiyê ji wargeha Penaberan a Mexmûrê Metîn Adugît ê di zîndana PDK’ê ya Hewlêrê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû, bûye, Parastin û Asayîşa Hewlêrê timî gefa dersînorkirinê lê xwarine. Kaçar got, “Îro (doh) ji me re gotin, werin daîreya îqamê, pirsgirêkek heye. Em dema çûn, ji me re gotin, li ser biryara Wezareta Navxweyî malbat tê dersînorkirin.”

Hevjîna Kaçar, beriya bi du mehan îqameya xwe nû kiribû di berdêla 550 dolaran de lê dema malbat hatiye dersînor kirin dest danîne ser îqameya wê jî.

Malbata Kaçar ragihand ku ew dixwazin xwe bigihînin nûnertiya NY ya Hewlêrê, lê bersiva telefona wan nayê dayîn û got, “Tevî sermaya zêde jî ew li ber deriyê seytereya Dêgela rawestiyane û li benda çareseriyê ne.”

Li welatiyê ji Bakurê Kurdistanê Gûngor Alp ê ji Qersê jî tevî ji 2013’an ve ji ber sedemên siyasî pena xwe biriye Hewlêrê jî gefa dersînorkirinê lê hatiye xwarin.

Karta Alp ya NY heye û heta niha îqame nedane wî. Asayîşê jê re gotiye, heger heta pêncşemê îqaê negire, ew ê jî ji Hewlêrê were derxistin.

Berê jî asayîşa Hewlêrê gelek welatiyên ji Bakurê Kurdistanê dersînor kirine.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.