PDK malbatan asteng dike

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:47

Di 28’ê Nîsana 2024’an de, 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Ehmed Heyderî xelkê Serdeşt û bavê zarokekê, herwiha Resul Çekal yê xelkê Serdeşt û bavê 3 zarokan, derbasî sînorê çiyayên Xêre û Lolan yên ser bajarokê Sîdekan ya ser bi Hewlêrê bûn. Di encama êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan cenazeyê kolberan hîn jî li cihê xwe mane, malbatên her du kolberan ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, lê çekdarên PDK’ê rê nadin malbat cenazeyê zarokên xwe ji cihê bûyerê werbigirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.