PDK li pey lîstikên qirêj e

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:30

  • Komployek din a PDK’ê eşkere bû. Hate ragihandin ku hêzên Zêrevan ên ser bi PDK’ê, bi cil û bergên hêzên pasewan ên Iraqê û bilindkirina ala Iraqê, li herêmên sînorê Dihokê hatine bicihkirin.

Hevkarê eşkere yê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li rex dewleta Tirk ya dagirker li dijî gelê xwe radiweste PDK, pêr li ser navê Parêzvanên Sînor ên Iraqê li devera Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ku dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê di saetên êvarê de hêzeke xwe bicih kir. Li gorî agahiyên herêmî, PDK li ser navê Hêzen Parêzvanên Sînor yên Iraqê li devera Amêdiyê ya dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê bi cil û bergên hêzên parêzvanên sînor ên Iraqê û di bin navê wan de hêzeke xwe bicih kiriye, lê hêzên Zerevan ên PDK’ê bi xwe ne û ti peywendiya xwe bi pasewanên sînor ve nîne.

Çavkaniyek ewlekariyê ji Rojnews’ê re ragihand ku nuçeyên ku dibêjin hêzên pasewanên sînor li Herêma Kurdistanê ji bo astengkirina artêşa Tirk li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ji rastiyê dûr in ku ew pîlanek a ji aliyê PDK’ê ve hatiye danîne, da ku raya giştî bixapînin ku niha herêm di bin kontrola hêzên hikûmeta federal de ne, ku ev ji rastiyê dûr e. Her wiha heman çavkaniyê destnîşan kir ku hêzên Zêrevan ên ser bi PDK’ê bûn ku li deverên ser sînor li kêleka leşkerên Tirkiyeyê bi cih bûn, her wiha ji bo radestkirina wê deverê ji bo hêzên Tirkiyê li gel cil û bergên pasewanên sînor ala Iraqê li gel hêzên wan bilindkirine. Çavkaniya emnî diyar kir ku bicihkirina hêzên Zêrevan planek a PDK’ê bû ji bo ku balê li ser hatina hêzên Tirk bikişîne û raya giştî bixapîne ku qaşo herêm di bin kontrola hêzên federal de ye û da zanîn ku ev kiryara PDK’ê berdewamiya hevkariya li gel Tirkiyeyê ya ku ji bo derbasî nava xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bibe ye.

PDK li pey berjewendiyên xwe ye

Di derbarê mijarê de Şîrovekarê Siyasî Kazim Hac ji Rojnews’ê re axivî û got: “PDK’ê ji bo ku hêzên dagirker ên Tirk li xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê zêde bikin, hewl dide alîkariyan bike. PDK ti waran de giringiyê nade serweriya Iraqê, tenê giringiyê dide destkeftiyên xwe yên siyasî û hizbî. Li ser vê yekê ji bo li ser hesabê serwerî û asayîşa Iraqê bigihije destkeftiyên siyasî, hevkariya Tirkiyeyê dike.” Kazim Hac her wiha destnîşan kir ku divê sînorê Iraqê yê li gel Tirkiyeyê ji aliyê hêzên leşkerî yên federal ve were kontrolkirin da ku ti hêzek dagirker ya Tirkiyeyê nekeve nav xaka Iraqê.

Hêjayî gotinêye şeva 20’ê Sibatê ya ser 21’ê Sibatê hêzeke fewca 4’emîn (alaya 4’emîn) ya girêdayî Hêzen Parêzvanên Sînor yên Iraqê ku di bingeh de hêzên PDK’ê ne, xistin liv û tevgerê û li gundê Serzêrê yê sînorê bajarokê Kanî Masê ya girêdayî parêzgeha Duhokê bicih kirin. Herwiha balafirên şer yên dewleta Tirk di şeva 20’ê Sibatê de çend deverên parêzgeha Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin û di encamê de 2 pêşmerge şehîd bûn û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Di vê derbarê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê îro têkildarî plana nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ku dixwaze Iraqê jî bikişîne nava vê planê bang li hêzên Başûr, desthilatdariya Iraqê û bi taybet pêşmergeyan kir ji artêşa Tirk û baregehên wê dûr bikevin û alîkariya wan nekin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.