PDK hinceta dagirkeriyê çêdike

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 01:20

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê didomin. Tirkiye di van rojên dawî de bi sewqiyatên nû qada êrişan berfirehtir dike. Gelek wesayîtên zirxî û leşker şandin bejahiya Amêdiye ya di bin kontrola PDK'ê de ye. Her wiha li gundewarê Dihokê xalên kontrolê ava kirin û dest bi kontrolkirina nasnameyan kirin. Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mûsilê Xeyas Surçî geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin. Surçî diyar kir ku armanca sereke ya êrişên Tirkiyeyê “dagirkirina Mûsilê” ye û got:“PKK di dilê Tirkiyeyê de heye. Li wir çalakiyên leşkerî dike. Lewma em dikarin bêjin armanca Tirkiyê ne PKK ye, armanca wê ya sereke dagirkirina bakurê Iraqê ye.” Surçî diyar kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê rewşê helwesteke zelal nîşan nedane û got:“Li gorî min di navbera PDK û Tirkiyeyê de hevkarî heye. Ji ber ku di bêdengiya wan a li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyeyê de tiştek heye. Diyar e tifaqek di navbera wan de heye. Binêrin, ne çapemeniya fermî ya hikûmeta Iraqê û ne jî ya PDK'ê behsa vê dagirkeriyê nakin. Tirkiye 40-50 kîlometre ketiye nava axa Iraqê. Li hinek cihan jî heya 200 kîlometroyan çûye. Başîka dikare wekî mînak were dayîn. Berpirsiyariya herî mezin di vir de PDK ye. Aborî û rêveberiya Başûrê di destê PDK'ê de ye. Eger ev di destê me de bûya, em ê li dijî vê hewldana dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwesteke cidî bûna."

Şewat senaryoya PDK’ê ye 

Surçî hedefgirtina YNK û PKK’ê ya di ser bazarên Kerkuk, Dihok û Hewlêrê de jî wekî “senaryo” nirxand û got:“Ev senaryo ji aliyê hikûmeta Iraqê û herêmê ve hatiye amadekirin. Hikûmeta Iraqê der barê şewitandina van cihan de tu tomet li YNK'ê nekiriye. Lê hikûmeta herêmê û Wezareta Navxweyî YNK'ê tometbar kirin. Ji 3 kesên ku ji şewitandina van cihan hatin girtin 2 endamên YNK'ê bûne. Di nava YNK’ê de bi deh hezaran polîs, asayîş û hêzên pêşmerge hene. Ger yek ji wan tiştek weha kiribe, hûn çawa dikarin her kesên din sûcdar bikin? Ew senaryoyek bû. Em vê sûcdariyê bi tu awayî qebûl nakin. PKK’ê jî daxuyaniyeke fermî da û diyar kir ku tu eleqeya wan bi vê yekê re nîne û ev senaryo ye."

Em sîxurtiya ti kesî nakin 

Surçî ku got "Armanca rêveberiya herêmê ew e ku hincetan ji Tirkiyeyê re çêbike da ku êrişî herêma Silêmanî û Helebceyê bike" ev tişt gotin:"Sedema vê yekê endamên PKK’ê tên nîşandan. Ev ne rast e. Ev hemû hincet in. Tirkiye ji bo dagirkirina herêmê hincetan çêdike. Em YNK, sîxurtiya tu kesî nakin. Em Kurd in û di nav sînorên Iraqê de ne. Lê em Iraqî ne. Helwesta Iraqê li hember hewldanên Tirkiyeyê gelek lawaz û bêbandor e. Bêyî destûra hikûmeta navendî ya Iraqê li ser xaka Iraqê baregeh hatin avakirin. Parastina hemû Iraqê di destê hikûmeta navendî ya Iraqê de ye. Pêwîst e gel zextê li Iraq û parlamenteran bike ku Tirkiye hedê xwe bizane." 

MA/OMER AKIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.