RÊBAZ HESEN
ANF/HEWLÊR
Xelkê taxa Badawe ya Hewlêrê ji ber nebûna avê dakete meydanê. Asayîşa Hewlêrê ya ser bi PDK´ê jî êriş bir ser xelkê û hewl da bi zorê xelkê ji hev belav bike.
Xelkê taxa Badawe ji ber nebûna ava vexwarinê doh sibehê daket meydanan û Cadeya 100 metrî ya Hewlêrê li çûnûhatinê girt. Asayîşa PDK’ê dest li girseyê werda. Gava me nûçe amade dikir jî hewl dida bi zorê û bi hêceta ku destê partiyan li pişt vê xwepêşandanê heye, xelkê nerazî ji hev belav bike.
Xelkê taxê dibêje, ew ji ber bêaviyê daketine kolanan, lê hêzên ser bi PDK’ê zextê dikin û dibêjin, “hûn girêdayî hêzeke siyasî ne”.
Xelkê taxî dibêje, hêzên asayîşê hin kesên bi cilên sivîl xistine nava xwepêşandêran da ku alozî û provakasyonê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku her sal li Hewlêrê taxên ku xelkê wan hejar e, bêav tê hişt in. Wisa bûye ku îsal nirxê tankereke avê bûye 100 hezar dînarê Iraqê.