Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê çû serdana çalakiya li Sêmalkayê û bang li PDK`ê kir da ku daxwazên malbatên şehîdan pêk bîne û deriyên sînor veke.
Sazî, deste û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê di roja 102 û 103`yan de didomînin.

Doh danê sibehê endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, berê xwe da Sêmalkayê da ku piştgiriyê bidin nobetdaran.
Piştî ku gihîştin Sêmalkayê, cihgira Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, Bêrîvan Derwêş axivî û diyar kir ku kiryarên wiha PDK`ê ber bi xiyanetê ve dibin.
Bêrîvan Derwêş got, ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan piştgiriyê didin malbatên şehîdan û nobetdarên li Sêmalkayê. Wê her wiha bang li rayedarên Başûr kir da ku bersiva daxwazên malbatên şehîdan bidin û deriyên sînor vekin.

Bêrîvan Derwêş di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir da ku bi erka xwe ya mirovî rabin, cenazeyan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin.
Îro (şemiyê) endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê wê beşdarî çalakiyê bibin.

ANHA/QAMIŞLO