PDK dijminê hunerê ye jî
Duşem 9 Îlon 2024 - 02:25
Çavkaniyan ji ANHA’yê re ragihandin ku PDKʹê nehişt hunermend Amal El Meslosî û Şadî Xelamî derbasî Rojava bibin.
Li gorî çavkaniyan, PDKʹê nehişt hunermenda Tunisî Amal El Meslosî û hunermeda Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xelamî derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Her du hunermendan xwest beşdarî Festîvala Şehîd Berçem a li bajarê Kobanê bibin. Çaverê bû her du hunermend doh bigihîştana bajarê Kobanê, da ku di roja sêyemîn de beşdarî festîvalê bibûna.
ANHA/KOBANÊ