PDK di navenda plana êrişê de ye

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:51

Derbarê plansaziya êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevdîtinên diplomatik ê dike de, rojnameger Amed Dîcle bi ajansa Mezopotamyayê re axivî.  

Dîcle, diyar kir ku Tirkiye dixwaze li Herêma Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de weke mayînde be û anî ziman ku Tirkiye bi vî awayî dixwaze kurdan 100 salên din jî bêstatû bihêle. û wiha got:“Tirkiye dizane ku statuya li Başûr û Rojava dê kurdan kêyfxweş bike. Ji ber vê yekê dixwaze têkoşîna li dijî kurdan derveyî sînorên xwe de jî bidomîne. Dema vê yekê dike tenê armanc ne tenê çewisandina têkoşîna kurdan e, hesab dike ku dema Başur û Rojava dagir kir, dê li ser Iraq û Sûriyeyê jî serweriyê ava bike û li dijî dewletên herêmê jî bibe hêzeke navendî.” Dîcle diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di demên dawî de têgehên wekî “dîplomasiya terorê” û “teroristanê” bi kar tîne û got:“Tirkiye taybetî jî ji sala 2017’an şûn ve êrişên mezin li Başûr û Rojava dan meşandin. Di sala 2018’an de êrişî Efrînê, 2019’an de êrişî Serêkanî û Girê Spî, di nava heman hefteyê de êrişî Heftanînê kir. Hêj jî di bin navê ‘Operasyona Pençe Kîlîtê’ de êrişên xwe yên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê berdewam dike. Tirkiye dît ku tenê bi operasyonên leşkerî û bejahiyê, bi dagirkirina hin herêman nikare destkeftiyekê bi dest bixe. Li gorî plansaziya Tirkiyeyê ew ê di sedsala xwe ya 2023’yan de Kurdistanê dagir bikirana û wê siyaseta kurdan jî tasfiye bikirana.”

Biraziyên Barzanî hevdîtin kirin

Dîcle li ser mutabaqata li gel Iraqê hatiye kirin û di mutebaqata heyî de ser rola PDK’ê sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dixwaze êrişî li hin herêmên Garê bike û kontrola hin girên Musilê têxe di bin kontrola xwe de. Tirkiye pir dixwaze PDK di nav vî şerî cih bigire û lewma koordînasyona hevpar dan avakirin. Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Murat Karayilan daxuyanî da û wiha got, ‘Me bihîst ku PDK ji hêzên xwe yên taybet re ferman daye û ji wan xwestiye ku heya meha adarê amade bibin. Li gorî hin agahiyên gihiştine ber destê me, Mesûd Barzanî li gel hin pêşengên li herêmên Dêralûk, Şeladizê û Amediyê dijîn xwestiye ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin û gotiye ku yên ku bi PKK’ê re hevkariyê dikin wê werin girtin.’ PDK jî ji Tirkiyeyê re wiha gotiye, ‘Hebûna min tenê jî têr nake. Divê ev yek bi biryara Hikûmeta Federal a Herêmî were rewakirin. Dê bi vî awayî ev yek hem di nava kurdên li  herêmê dijîn de hem jî dê di nava dewletên navneteweyî de rewa be.’ Tirkiye ji ber vê yekê bi YNK’ê re hevdîtinan dike, carnan gefan dixwe. Li gel partiyên siyasî û hêzên li herêmê re hevdîtinan pêk tîne.” Dîcle diyar kir ku hin hêzên girêdayî PDK’ê, unîformayên Iraqê li xwe kirin û bi rayedarên Tirk re hin civîn li dar xistin. Dîcle got ku di nava van civînan de, yek ji biraziyên Mesût Barzanî jî cih girtiye.  Dîcle got ku îhtîmal heye ku artêşa Iraqê ji van hevdîtinan haydar nebe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK wek dîplomatîk, leşkerî û aborî di navenda vî karî de ye. Heke wekî ku Karayilan daxuyanî daye tev li şer bibe dê di Başûrê Kurdistanê de em nikarin qala hêzên leşkerî yên PDK’ê bikin. Di rewşek wiha de wê hêzên kurdî yên girêdayî Tirkiyeyê cih bigirin. Parastin, Roj, Zerevan weke taybet hatine perwerdekirin û rasterast girêdayî PDK’ê ne. Heta îro nehatiye dîtin ku ev hêz ji bo kurdan di serî de DAIŞ, di tu mewziyan de şer kiribin. Armanca van ya tekane, li dijî PKK’ê û Rojavayê mewzîbûn e. Dema ku PKK ji herêmê hate derxistin wê tu karê PDK’ê nemîne. Heke qadek ji bo PDK’ê were vekirin jî ev jî ji bo li dijî PKK’ê bikaranîn e.”

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.