• Ji dîplomasiya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan dibêje, PDK biryara ambargoya li dijî Mexmûrê weke ku ya hikûmeta herêmê be nîşan dide, lê ew bi xwe siyaseta dewleta Tirk a dagirker bi cih dike. Ew dibêje, partiyên siyasî yên Kurd ên li Başûr soz dane zextê li PDK´ê bikin da ku amabargo bi dawî bibe.

REWŞEN DENÎZ

MEXMÛR

Ji ber ambargoya li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rustem Cûdî) ya bêhtirî 13 mehan, Komîteya Karên Derve ya wargehê xebatên xwe yên dîplomasiyê xebatên xwe zêde kirin. Li ser van xebatan em bi endama Dîplomasiya Wargeha Mexmûrê û endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan re peyivîn. Ew dibêje, ambargo ne bi destê walîtiya Hewlêrê, ne jî biryara hikûmetê ye, bi temamî biryara PDK´ê ye, lê belê PDK dixwaze vê ambargoyê weke biryara hikûmetî û derveyî xwe nîşan bide.
Leyla Arzu Îlhan hem endama Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Îştarê û hem jî endama Dîplomasiya Wargeha Mexmûrê ye. Ji bo berfirehiya ambargoyê, ew dibêje, "Ev ne cara yekem e ku PDK wargeha me dike hedefa êrişan. Her ji despêka avabûna wargeha me ve her firsendê dewleta Tirka faşîst bi rêya PDK’ê bi awayên cûr be cûr êrişê tîne ser wargeha me. Ji bo ku bikarin têkoşîna me ya azadiyê û neteweyî têk bibin, her carê ji bo êrişên xwe hincetek dîtin û hê jî dibînin. Hinceta wan ya vê carê jî kuştina endamekî MİT’ê li Hewlêrê bû; lê ya rast ew e ku beriya vê bûreyê bi du mehan hinek hemwelatiyên wargehê ji aliyê asayîşa Hewlerê ya serbi PDK’ê ve hatin girtin û ji wan welatiyan re hat gotin, ew edî nikarin bikevîn sinorên hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di heman demê de di hevdîtinên bi parêzgarê Hewlêr re, jî parêzgar bi xwe çend caran dubare kir ku ´ti elaqeya wargehê bi vê yekê re tineye û meseleya ambargoya li ser wargehê biryareke ji jor e´, yanî biryara PDK’ê ye."

Biryar a PDK´ê ye

Ji bo armanca PDK´ê û ka ev xizmeta kê dike, Leyla Arzu Îlhan dibêje, "PDK’e dixwaze me bi birçîbunê terbiye bike. Lê belê Civaka wargeha Ş. Rustem Cudî berxwedaneke bê hempa dimeşîne. Civaka wargehê li ser hîmên bingehîn ên kesayeta azad û civaka azad xwe birêxistin dike. Gelê wargehê di heman demê de ji bo gelê herêmê û gelê Kurd bûye çavkaniya civaka bi îrade. Ji ber êrişên dewleta dagirker a Tirk û PDK’ê me gelek berdêlên giran dan û gelek war guhartin, lê her wargeha em lê bi cih bûn me careke din pergala xwe ya jiyanê lê ava kir. Wargeh her tim bû hedefa êrişên dewleta Tirk û PDK’ê. Her waha PDK’e bi van êrişên xwe û bi danîna ambargoya li ser wargehê, mesajê bide xelkê Başûr jî, dibêje, li hember neheqiyê û hevkariya PDK’e bi dewleta Tirk re hûn nikarin li hemberî min serî rakin, ger hûn serî rakin, ez ê bi hêza dagirkeran we têk bibim û niha li Başûrê Kurdistanê ev tê kirin. Kesên li ber siyaseta qirêj ya PDK’ê radibin, PDK û asayişa wê wan digirin û winda dikin. Êrişî çalakvanên li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re dikin. Ew li aliyê din peyamê dide dewleta Tirk jî, dibêje, ez hevkarekî gelekî baş im."

Tesîra xirab li kalûpîr, jin û zarokan dibe

Gava em meraq dikin ka PDK bi destê xwe ye yan na, jî, Leyla Arzu Îlhan dibêje, "Heta niha dema em dipirsin ka çima ev ambargo li ser civaka me heye, ew dibejin; “biryara jor e”, wisan diyar e ev jor jî dewleta dagirker a Tirk û hikûmeta faşîst a AKP’ê û MHP’ê ye."
Li ser bersiva PDK´ê beramberî daxwaza wan a rakirina ambargoyê, ew dibêje, "PDK û rêveberiya Hewlerê her tim hewl didin ku vê biryara dij-mirovane bikin malê hikûmeta herêmê. Gelek caran rêxistinên civaka sivîl ên ku li herêma Kurdistanê ne û parlamenterên herêma Kurdistanê ji PDK’ê xwestin dawiyê li vê biryara dij mirovî bînin, lê her roja ku diçe ambargo û êrişên li ser wargehê girantir dibin."
Li ser têsîra ambargoyê li ser wargehê Leyla Arzu Îlhan dibêje, "Ji ber ambargoyê tesîra xirab herî zêde li jin û zarokan bû, her wiha li kesên kalûpîr ên bi nexweşiyên kronîk dibin. Ji ber rewşa ambargoyê gelek kesên me ji kar hatin derxistin û êdî nekarîn debara mala xwe bikin, krîzeke aborî çêbû. Ji 2500 kesî zêdetir karkerên wargehê ji ber sedema ambargoyê ji kar hatin derxistin û nekarîn ji bo dabinkirina pêwîstiyên malbata xwe bixebitin. Ji van karkerên ku nekarin biçin karê xwe ji 700 kesî zêdetir jin in. Bi qasî 1200 kesî nexweşen kronîk hene, ji ber ambargoya PDK´ê ev ji salekê zêdetir e nekarîne biçin kontrolên xwe yên doktoran. Di pêvajoya ambargoyê de 4 dayîkên ducanî ji ber rênedayîna asayîşe zarokên wan ji ber wan çûn."

Partiyan soz da zextê li PDK´ê bikin

Ji bo hevdîtinên dîplomatîk ên komîteya wan bi rê ve dibe û enamên wê li cem rêxistinan û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî Leyla Arzu Îlhan van agahiyan dide: "Ruxmê ku bi dehan caran me bang li NY´yê kir da ku li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkeve, heta niha wan tiştekî darîçav nekir. Hem ji bo rewşa ambargoyê hem ji bo êrişên dewleta Tirk yên hewayî her carê me NY agahdar kir, me rapor dan wan. Di dawiya her hevdîtinê de NY dibêje, em rewşa heyî dişopînin û ji bo çareserkirinê em dixebitin.
Em çûn serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên mafên mirovan li herêma Silêmaniyê. Em dikarin bibêjin ku hevditinên me erênî bûn. Hem partiyên siyasî hem jî rêxistinên civakî diyar kirin ku ev ambargoya li ser xelkê wargehê ne qanunî û ne jî mirovî ye. Ev biryareke siyasî û di encamên hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re ye. Ji ber wek gelê wargehê em xwediyê statuya penaberên siyasî û bi erêkirina dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê û dibin sîwana NY´yê ye. Li gorî statuya me, em dikarin li her devera Iraqê bibin xwedî mafê gerê, karkirinê û xwendinê. Lê belê bi biryara partiyeke siyasî niha ev mafên me hemû tên binpêkirin. PDK´ê ambargo danîbe jî para van partiyên di hikûmeta Herêma Kurdistanê de û para saziyên civakî jî di amabargoyê de heye. Ji ber bêdengiya wan, PDK diwêre biryara xwe dewaam bike. Li beramberî vê rewşê wan partiyên siyasî û rêxistinên civakî soz da ku ew ê rewşê bişopînin, ew ê zextê li PDK’ê bikin da ku dawiyê li vê ambargoyê bîne, lewma ev ne qanûnî ye û ne jî li gorî berjewendiyên gelê Kurd e."

 

Barzanî çima malavahiya Mexmêrê kir

Civaka wargehê li ser fikir û ramanên Rêber Apo yên ku civaka Kurd dikare xwe bi rê ve bibe û pergala xwe ya jiyanê bide avakirin û roj bi roj ev pergal hatiye xurtkirin. Di pêvajoya nêzîk de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmê kir, leşkerên Iraqê, hêzên peşmergeyên ser bi PDK’ê, hemû cih berdan û radestî çeteyên xwînmij yên DAIŞ’ê kirin. Lê belê cikava wargehê bi derfetên xwe yên herî kêm, karî li hemberî van çeteyên xwinmij û dijminê mirovahiyê, li ber xwe bide û wan tevî hêzên HPG’e û YJA STAR’ê çete têk birin. DAIŞ cara yekê li Mexmûrê şikest xwar. Ma ne ji ber vê sekna bi îrade ya gelê wargehê bû ku Serokê Herêma Kurdistanê wê deme bi xwe hat Mexmurê û malavahiya xelkê wargehê û hêza parastinê kir. Îro ev ji bîr kirine.

Rewşa xwendekaran

Ka ambargo çi ji xwendekaran dike, Leyla Arzu Îlhan dibêje, "Xwendevanên li wargehê dixwendin di aliyê pêwîstiyên dibistanê de nekarîn pêwîstiyên xwe bi awayekî hêsanî bi cih bînin. Her wiha xwendevanên ku zanîngeh dixwedin nekarîn di dema xwe de biçin dibistanê û ev ji bo sedema qasî 20 xwedevanan nekarin sala xwe ya xwendinê dewam bikin. Cihên manê nedan xwendevanên wargehê û xwendevan hemû ketin ber lêpirsîneke giran a asayişa Hewlêrê".