• Zaxo ya bi ser Dihokê nerazî ye. Ev hêrsa nava xwe jî şeva din bi sedema kamyonên ji Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin nîşan dan. 11 kes birîndar bûn. Rojnamevan Ehmed Zaxoyî jî hat binçavkirin.

Li navçeya Zaxo a ser bi parêzgeah Dihokê şeva din Zaxoyî rabûn ser piyan û gotin di cih de be serî hildan. Zaxoyî hêrs bûn çima rê hat dayîn şifêr û barhilgir di Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Ji ber vê jî xwepêşandan kirin. Hêzên asayîşê bi armanca belavkirina girseyê gule li xwepêşanderan reşandin. Herwiha bi darên elektronîk êrişî xwepêşanderan kirin. Li gorî agahiyan di xwepêşandanê de bi kêmanî 11 xwepêşander birîndar bûn. Rojnamevan Ehmed Zaxoyî jî hate binçavkirin. Buroya NRT ya Dihokê jî deriyê wê hat dadan.
Divê em destnîşan bikin ku sefîrê Tirk ê Hewlêrê Hakan Kataçay berî bûyerê serdana Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl kiribû û di encama lihevkirina pêk hatî de, wesayîtên barhilgir wê ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Zaxoyiyan neheqî qebûl nekirin

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk û Herêma Kurdistanê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, biryar dabûn bargilgirên Tirkiyeyê rasterast nekevin Herêma Kurdistanê. Li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl barên xwe radestî şofêrên Herêma Kurdistanê bikin û bi riya wan bigihînin bazarê û cihê wan. Piraniya wan şifêrên ku bar dibin bajarên din ên Herêma Kurdistanê xelkê Zaxo bûn.
Tevî ku li Tirkiyeyê vîrûsa korona belavtir bûye û li Herêma Kurdistanê jî hîn qedexeya di navbera parêzgehan de didome, berî çend rojan biryar hate dayîn ku şifêr û barhilgirên Tirkiyeyê rasterast derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Lê, rê nayê dayîn şifêrên Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibin. Ji ber derbasbûna wesayîtên barhilgir ên Tirkiyeyê bi sedan şifêrên Zaxo û Dihokê bêkar dimînin. Ev rewş bû sedema nerazîbûna şofêran.

Mamoste Xalid şehîd bû

Di heman demê de balefirên şer ên dewleta Tirk şeva din gundên Bandro û Evlindî yên bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxoyê bombebaran kirin. Di bombebaranê de bax û rezên welatiyan zerakeke mezin dîtin.
Dîsa balafirên Artêşa Tirk herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kirin. Bombe li li çiyayê Şêx Nasir ê herêma Balekayetî û gundê Bêrkimê yê herêma Biradostê barandin. Li çiyayê Şêx Nasir zirar giha rezan û agir bi qirş û qalan ketiye.
Di bombebarana li gundê Kanî Mezin ê Kanî Masî de rêveberê dibistana gund û di heman demê de endamê PDK’ê mamoste Xalid Ebdulrehman ê 60 salî şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN