• Pêr li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Pêr li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. PDK’ê ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanan, herêmên di bin desthilatdariya xwe de, bi eskeran dorpêç kir. Li herêmên dibin desthilatdariya YNK’ê de jî alozî hebûn. Di xwepêşandanan hemûyan de daxwaza hilweşandina desthilatê hate kirin.
Di xwepêşandanên pêr ên li seranserê Herêma Kurdistanê de 3 welatî li ber derê şaxa PDK’ê ya li Helebceyê bi guleyan birîndar bûn.
Li Silêmaniyê welatî li Parka Azadî kom bûn û xwepêşandan lidarxistin. Li Kelarê welatiyan avahiya qeymeqamtiyê şewitand. Hêzên asayîşê gule li welatiyanreşandin. Li gorî agahiyan li wir hinek ciwan hatin girtin, piştre hatin berdan.

Li Helebce, Ranya û Kelarê birîndar hene
Li Helebceyê pêr heta derengiya şevê xwepêşandanan dewam kir. Xwepêşanderan beşek ji avahiya qeymeqêm, navendeke polîsên trafîkê û beşek ji avahiya şaredariyê şewitand. Di xwepêşandanê de 6 kes birîndar bûn. Ji van birîndaran 3 bi guleyan birîndar bûn.
Di xwepêşandana pêr li navçeya Ranyayê de jî gelek kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên deverê, gelek ciwan jî kirine nezaretê. Kesên birîndar nehewandina nexweşxaneyê. Li gorî heman çavkaniyan, 2 kes bi guleyan birîndar bûne. Herwiha li Ranya nûçegihanê Rojnewsê Mihemed Hesen jî bi guleya plastîk birîndar bû.

PDK´ê rewşa awarte ragihandiye
Li herêma dibin desthilatdariya PDK’ê rewş cuda bû. Xelkê xwest xwepêşandanê li dar bixin. Lê belê PDK’ê herêm bi leşkeran dagirtibû. Li Dihok û Hewlêrê tax û kolan hemû bi leşkeran hatibûn dagirtin. Tê gotin li Dihok û Hewlêrê jî gelek kes kirine nezaretê.
Li Şêladiza ku hertim dijî dagirkeriya dewleta Tirk cihê nerazîbûnê ye, qedexe hatibû ragihandin. Ji bo ku kes dernekeve, gelek dikan bi zorê hatin girtin. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî li deverên di bin desthilata PDK´ê de hêzên eskerî û asayîşê li her derî bi xurtê hatibûn belavkirin da ku xwepêşandan neyên kirin. HEWLÊR

 


PDK´ê 6 rojnamevan girtine

Asayîşa PDK’ê di nava du mehên dawî de bi ser mala rojnamevanên Dihokê de digire û wan dike nezaretê. Heta niha 33 çalakvanên civaka sivîl û rojnamevan li Dihokê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin û bê ku werin dadgehkirin, di zindana Dihokê de tên ragirtin.
Nexasim ji bo tepisandina nerazîbûna xelkê ya li dijî rewşa aborî, xizmeguzarî û bipaşxistina mûçe, zext li rojnamevan û çalakvanên Dihokê hatiye zêdekirin.
PDK’ê di 27’ê Hezîrana 2020’an de rojnamevan Qehreman Şukrî kire nezaretê û ew hîna jî di zindanê de ye. Piştre bi giştî 5 rojnamevanên din hatin girtin. Rojnamevanên hîna girtî ev in:
* Qehreman Şukrî - Şêladizê
* Umêd Beroşkî - Navenda Dihokê
* Dîfa Herkî - Akrê
* Qeydar Zêbarî - Akrê
* Mêhvan Mecîd - Zaxo
* Kemal Remzî - Zaxo
Ji bilî van çalakvanên civakî, xwepêşandêr jî hatin girtin. Piştî çalakiya nerazîbûnê ya li Zaxoyê, PDK´ê 18 şofêr jî kirin nezaretê.
PDK´ê ji çalakvanên civakî Musa Xazî yê ji Şêladizê radestî MÎT’a Tirk kir.