PDK ciwanên revandî di nezaretê de digire

Duşem 10 Çile 2022 - 22:36

  • Ciwanên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin, vê carê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin.

Ciwanên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin, vê carê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin.

Piştî ku leşkerên Tirk 30´ê Kanûna 2021´ê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ji Bradostê revandin û li baregeheke li Şemzînanê êşkence li wan kir, ew 5´ê Çile berdan. Lê vê carê jî hêzên PDK´ê ew kirin nezaretê. Her du ciwan ji hingê ve di nezaretê de ne.  

Hêzên dewleta Tirk a dagirker di 30’ê Kanuna 2021’ê de Ekrem Xelîl Zikrî yê 22 salî û Zêdan Nebî Mistefa yê 18 salî yên ji gundê Dayla yê ser bi bajarokê Sîdekan yê ser bi Herêma Bradost a Hewlêrê revandibûn. Hêzên dewleta Tirk ew ciwan ji nav xaka Başûr revandibûn û biribûn nav sînorên xwe.

Piştî 6 rojan bavê Ekrem  Xelîl Zikrî gotibû; “Piştî lêpirsînê îro (5 Çile) dewleta Tirk a dagirker herdu ciwan berdan û bi rêya deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ew radestî xizmên wan kirin.”

Li gorî agahiyên çavkaniyeke taybet, dema ciwan radestî malbatê têne kirin, heman rojê (5’ê Çile) çekdarên PDK’ê ew kirin nezaretê û radestî asayîşa Mêrgesorê kirin.

Heman çavkanî dibêje, malbatên ciwanan dixwazin zarokên wan werin berdan, lê aliyên peywendîdar ên ser bi PDK´ê heta niha ti bersiv nedaye wan.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.