Paytexta raperînê Ciwanro ye

Duşem 2 Çile 2023 - 01:01

  • Êrişa dewleta Îranê ya li dijî merasîma çilê şehadeta 7 xwepêşanderan li Ciwanro, bi ser neket. Hêzên dewletê Burhan Îlyasî şehîd kir, lê xelkê navçeyê, raperîna xwe dewam kir û gelek dever ji hêzên deweta Îranê azad kir. 

Li Rojhilatê Kurdstanê, Şoreşa “Jin jiyan azadî” bi xwepêşandan û redkirina rejîmê li navçeyên Rojhilat, dewam dike. Di çilê şehîdbûna 7 xwepêşanderan de, di roja dawî ya salê de hêzên rejîma Îranê careke din êriş bire ser xelkê Ciwanro ya ser bi Kirmanşenê. Di êrişên rejîmê Burhan Îlyasî yê 22 salî şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn. Şoreşa “Jin jiyan azadî” li deverên din ên Îranê jî dewam kir û li Tehranê jî hêzên dewletê êriş bire ser xwepêşanderan. Li aliyê din hêzên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê 500 jin kirin nezaretê.

Xwepêşandan û çalakiyên Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ ji 16’ê Îlonê ve yanî ji şehîdkirina Jîna Amînî ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û li Îranê dewam dikin. Tevî girtin, qetilkirin, bidarvekirin, êşkence û gulebarandina li xelkê, xelkê Rojhilat û xelkê Îranê doza edaletê û guherînê dikin.

 

Di çilê şehîdan de êriş

Di roja sersalê de li Ciwanro ya ser bi Kirmaşanê, di çilê şehîdbûna 7 xwepêşanderan de hêzên dewleta Îranê bi dijwarî êriş bire ser xwepêşander û beşdarên merasîma çilê şehîdan. Hêzên dewletê ji mêj amadekariyên êrişê kiribûn. Dewletê hêzên taybet ji Ravansarê kişandin Kirmaşanê da ku êrişî xelkê bike. Destpêkê wan xwest bi şidetê xelkê ji hev belav bikin. Lê wan nekarî xelkê ji hev belav bikin. Nexasim jî jinan bi dirûşmeya sereke ‘Jin jiyan azadî’ meydan li hêzên dewletê xalî nekir. 

Hêzên rejîmê gule li xelkê reşandin û Burhan Îlyasî yê 22 salî şehîd kirin. Lê xelkê dev ji meydanan berneda. Spartina xakê ya cenazeyê Burhan Îlyasî yê şehîd jî veguherî xwepêşandaneke mezin. Hêzên dewleta Îranê careke din yekser gule li xelkê li merasîma cenaze barandin. Di encamê de 10 kes birîndar bûn. Ji van kesek zarok bû û behsa du birîndarên jin jî tê kirin.

Hêzên dewletê sekvanên Pasdaran li ser avahiyên fermî yên dewletêyên weke avahiya edliyeyê, bi cih kirin. Xelkê navçeyê hin şûbeyên bankeyên Keşavarzî û Sepah desteser kirin. Xelkê li seytereya li ser rêya Salasê Babecanî da ber agir û hêzên dewletê ji deverê kirin der.

 

Li Sine çalakî her hene

Sine li Rojhilat hîna jî paytexta alakiyên raperînê ye. Li bajêr şeva sersalê jî çalakiyan dewam kir; ciwanan rê li çûnûhatin girtin û nerazîbûna xwe ji êrişkairya hêzên dewleta Îranê nîşan da.

 

Li seranserê Îranê 

Li Îranê jî li bajarên mezin û eyaletên weke xuzistanê raperîna li dijî rejîmê dewam kir. Li paytext Tehranê bi awayekî girseyî welatî kom bûn û dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê gotin. Her wiha gelek dikandaran deriyên dikanên xwe venekirin û tevlî çalakiyê bûn. Hêzên dewletê êrişî xwepêşanderan kir û bi darê zorê xwestin wan ji hev belav bikin.

Li bajarên Îsfehan û Semîromî jî xwepêşandan û çalakî hebûn. Di van xwepêşandanan de jî rejîm hat rûreşkirin.

Li gelek deveran jî çalakiyên cihê yên weke nivîsîna dirûşmeyan, daliqandina pankartan û gelek çalakiyên din hebûn, ji bo şermezarkirina zilma rejîma heyî.

 

Grev dewam dike

Xebatkarên rafîneriya petrolê ya li bajarê Abadan a parêzgeha Xuzistanê, li dijî pêkneanîna daxwazên xwe, deriyên kar girtin û dest bi grevê kirin.

 

Ji 16´ê Îlonê ve hêzên dewleta Êranê êrişên xwe li dijî xwepêşanderan dewam dikin. Li gorî çavkaniyên cihê û nîlançoyên amadekirî, heta dawiya salê 509 welatî di êrişên hêzên dewletê şehîd bûn. Ji van jî 69 hîna zarok bûn. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê,da zanîn ku dadgehên rejîmê, cezayê bidarvekirinê li 100 kesan biriye. Li gorî heman çavkaniyê, hêzên dewletê qederê 19 hezar kesan jî kirine nezaretê û girtine.

 

Li Rojhilat 500 jin xistine nezaretê 

 

Hêzên çekdar ên dewleta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê bêhtirî 500 jinên Kurd kirine nezaretê. Rêxistina mafê mirovan, Hengawê, nasnameya 201’ê ji van jinan piştrast kiriye. Ji van 72 li navenda wilayeta Kurdistanê Sine hatine girtin. 16 jinên Kurd jî li Tehranê hatine girtin. Ji van jinên Kurd ên ku nasnameya wan hatiye tesbîtkirin û hêzên dewleta Îranê ew kirine nezaretê, 30 hîna nebûne 18 salî.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.