• Li Parîsê kesekî ku xwe xist dirûvê jinan û li ser kursiyê berastengan çû Muzeya Louvre, bi pasteyekê êrişî tabloya Mona Lisa ya Leonardo da Vinci kir. 

Li Parîsê kesekî ku xwe xist dirûvê jinan û li ser kursiyê berastengan çû Muzeya Louvre, bi pasteyekê êrişî tabloya Mona Lisa ya Leonardo da Vinci kir. 

Vî kesê 36 salî yê ku navê wî nehat eşkerekirin, got, wî ev çalakiya xwe ji bo gerdûnê kiriye. Piştî ku paste avêt ser tabloya Mona Lisa, wî got, “Hin mirovên ku dinyayê tine dikin hene. Hemû hunermend li dinyayê difikirin. Min jî ji ber vê yekê ev tişt kir.”

Ji ber ku berê jî kesekî bi kevir êrişî tabloya Mona Lisa kiribû, tablo bi cameke ku gule tê re derbas nabin, hatiye parastin. Ji lewma piştî vê êrişa bi paste jî tiştek bi tabloyê nehat.

PARÎS