Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(153)
Xudalêxoşbû 'Elem wulamî dawe ke 'Elahezret fermûyan bo xoy bibête sikirtêrî giştî – ew bû be cêgirî sikirtêrî giştî. Belam gîrugiriftêk hate gorê Sawak kesêkî girtbû – êsta nawîm webîr naye, yek le têrorîstan bû – yek lew nawaney ke basî kird bû, nawî Laşayî bû gutbûy Laşayî le xeyaban emnî dî. Sawak deygut ke boçî Laşayî ew piyawe têrorîstey le xiyaban dîtûwe xeberî be ême nedawe û eweyan be akarêkî nadilsozane dezanî. Rastîyekey eweye min qet legel Laşayî basî ew babetem nekird, helbet gileyî û gazindî Sawakim bas kird, belam qet nemewîst lêy bipirsim, çunke fikrim kirdewe renge rast bê, dîtûye û neygutuwe êsta legel eweşda legel min semîmî bû û ewane boy dijware wulam bidatewe û şayed eger ew karey kirdbêş û hetmen her wa bûwe û neywîstûwe casûsî bika – neywîstûwe kesêkî dî pêwe bika, belam Sawak guzariştî ew babetey bo şa nardbû – wek ewey ke nakrê le ser Laşayî zor hîsab bikrê. Boye, şa rojêk be minî gut ke çawtan be serîyewe bê û herçonêk bê ew rojey ke bende le huzûr şa da bûm û şa sebaret be karubarî hîzbî [mebest hîzbî Restaxîz e] qisey dekird, gutî Laşayîş lewê nebîndirê, şa dû raspardey hebû yekyan ewe bû gutî detuwanin wek têorîsyen le Perwîz Nîkxa kelik werbigrin belam Laşayî lewê nebê.
Bêhbehanyan be minî gut, şa lew teşkîlatey ke to sazt kirdûwe zorî le dil nîştûwe û gutûye filanekes piyawêkî mudîre, çunke debînim kar u barî hîzbî be berêweberîyekî durust îdare deka. Her lew serubende da – le yekêk le kobûnewekan da lepir Amûzgar deçê u ew qiseye deka ke belê Laşayî le layetî. Rojêk şa pêy gutim "bîstûme Laşayî sibeynan zor zû dête lat." Gutim belê Laşayî sikirtêrî giştî lojyonî Xizmetkaranî Beşer e, minîş serokî ew lojyonem. Serokî şûram – serokî destey berêweberîm. Leweş derçê Laşayî însanêke, paşan pêm gut "e'lahezret ew şexse însanêkî xawen selahîyete. Ew qisaney ke dên be êwey delên, qisey qor deken – ew însane hem semîmî û hem duruste - emin desteberî debim - cige lewe kar dezanê." Gutim, "êsta îdî naye bo lay min – min demwîst bîkem be memûrî teşkîlat, naye belam min be rastî le boçûnekanî kelik werdegrim". Gutim, "min le bîruray kelik wer degrim – kelk wergirtin xo bo malekeman nîye – bo hîzbe û bo e'lahezret e."
Kuruş Laşayî û ezmûnî şoriş
'Ebbas Mîlanî; Çawêk le "awrêk le bizûtnewey çepî Iran le nawewe"
Serçawe: Malperî Hemîd Şewket
Be bawerî min, debê Hemîd Şewket be yekêk le helkewtûtrîn kesayetyekanî bizûtnewey çepî Iran dabindirê. Çend sal lemew ber, be bilaw kirdnewey bergî yekemî Awrêk le Bizûtnewey Çep le Nawewe, hengawî naye rêyekî nwê û cêy pesind û le heman katda girîng û pir le sûd. Cige lew, le kitêbî konfêdrasyonî cîhanî da bo carî yekem bizûtnewey xwêndkaranî be şêweyekî cîdî rawe kird. Lew demîyewe ta êsta, ew nek her dirêjey dawe be giftugoyekanî xoy, belkû xelkî dîkeş, renge le jêr kartêkerî wî da karî haw şêweyan kirdûwe. Sirincêkî ziyatir dira ser mêjûy konfêdrasyon. Herçend hêşta gêraneweyekî cîdîtir û hemelayentir le kitêbî wî nehatûwete naw bazarewe.
Şewket genc bû ke le salî 1967 da hat bo Emrîka. Hêşta xwêndingey amadeyî tewaw nekirdbû. Hêşta areqî wişk nekird bûwewe legel yekêk le sazmane siyasîyekan kewit ke tan û poy xwêndkarî bû û le Bêrkilî be hîmetî pênc kes le çalakanî xwêndkarî rêk xira bû û legel eweş da, be rastî, xoy be nwênerî rasteqîney çînî kirêkarî Iran dezanî. Helbet ew zemanî çînî kirêkarî Iran, bê ewey bo xoy agay lê bê, rêberî ewtoy le henderan danîştûy zor û zewendî hebû. Her çonêk bê, Şewket duway maweyekî kurt her be fermanî ew rêkxistine çûwe Urûpa û diyare ders û medreseş çi cêy nebû. Manewey le Urûpaş hêndey nebird. Be nihênî gerawe Iran ke lewan rojan da karêkî heta bilêy metirsîdar bû. Belam Şewket le encam danî karî pir le metirsî da pêşeng bû, qise û kirdeweşî hemîşe wek yek wa bû, ew rêkxistiney ke legelî kewtibû Iranî be şanoy serekî xebat dezanî û Şewketîş be sewday wefadarî bew bare fikrîyewe, le yekem derfet da çûwewe Iran. Maweyek be nihênî le Taran jiya. Têgeyişt rastîyekanî komel le tek bawere îdêolojîkekanî yek nagirnewe. Ewey rêkxistin sebaret be tuwananî şoriş û layengiranî le Iran gutbûy nakokî ratlekênerî hebû legel waq'îyetekan. Gurûpekanî dîkey derewey wulatîş her awa decûlanewe. Helbet gewre kirdnewey radey nufûzyan taybetî gurûpe Iranîyekan nebû. Lew zemanî ra ke Nêçaêvî Rûsî le nawerastekanî sedey nozdehem da rîsaley kirdewey şorişêkî nûsî, gurûpe şarawe û şorişgêrekan zorbeyan lew rîsaleye îlhamyan werdegirt, û kayekyan dekirde kêwêk û be hezar u yek kelek û kulekî xo helxeletênerane, nufûzî kemî xoyan le naw xelik da be gewre nîşan deda. Belam be pêçewaney ew nerîte napesinde mêjûyî ye, ew qeliştey ke be pêy boçûnî Şewket le nêwan duruşmekanî rêkxistin û waq'îyetekan da hebû qubûl nedekra, boye, manewey le Iran kurt bû. Gerawe Urûpa. Deywîst ew şitaney dîtûye û ew rastîye tazaney ke pêyan geyiştûwe û hemûyan rîşeyan le waq'îyetekanî komel da bû, legel hawsengerekanî bihênête gorê. Belam kes gwêy nededaye. Hawrêyan dilyan bew gelale şorişgêraneyane xoş kirdbû ke le kargey fikrî Çînî û Sovîyetî û tenanet Albanî damaw da gûra bûn û waq'îyete rêgire berçawekanyan pê hew nebû. Şewketîş gwêy daye hawarî wîjdanî xoy û le gurûpeke cwê bûwewe, belkû lew rêbaze da, rêpêlgeyekî dijwartirî helbjard.
Dirêjey heye…
hsghazi@gmail.com
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî şeşem
25 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî pêncem
18 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî Çuwarem
11 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî sêyem
4 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî dûwem
28 Çileyê