Paşînyan îstîfa kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 26 Nîsan 2021 - 03:29

  • Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan îstifa xwe ragihand.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku ji bo hilbijartinên parlamenê yên 20’ê Hezîranê wî ji Serokwezîriya Ermenistanê îstifa kiriye.

Paşînyan got, heta hilbijartinê ew ê weke Cîgirê Serokwezîr peywira xwe bidomîne. Paşînyan, têkildarî îstifaya xwe got, “Li gorî lihevkirina bi Serokkomar û hêzên siyasî yên welat re ji bo ku di 20’ê Hezîranê de hilbijartinên pêşwext ên parlamenê pêk bên, ji Serokwezîriya Ermenistanê îstifa dikim. Parlamen wê du caran li ser hev serokwezîrekî nû hinelbijêre û piştre li gorî qanûnê dê parlamen bê fezxkirin û hilbijartinên pêşwext wê pêk bên.”

ÊRÎVAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.