Paşînyan dîsa bû serokwezîr

Nûçeyên Cîhan

Duşem 2 Tebax 2021 - 15:52

  • Parlementoya Êrîvanê careke din ji bo serokwezîriyê Paşînyan hilbijart. 

Serokwezîr Armen Sarkîsyan biryarnameya ji bo nûkirina peywira Paşînyan îmze kir. Partiya Nîkol Paşînyan di hilbijartina giştî de ji sedî 54 deng stendibû û bûbû yekemîn.

Biryara hilbijartinê dabû

Paşînyan di payîza sala 2020’an de ji bo krîza siyasî ya giran a piştî şerê Qerebaxa Jorîn bi dawî bike û meşrûiyetê ji nû ve pêk bîne, biryara hilbijartinê dabû.

Paşînyan di sala 2018’an de bi serhildana gel bûbû desthilatdar û armanca wî ev bû ku li dijî gendeliyê têbikoşe.

ÊRÎVAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.