Hêzên rejîma Îranê li Kirmaşanê 4 kolber kirin nezaretê û êşkence li wan kirin. Ji ber êşkenceyê kolberek ji ser hişê xwe çû.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, pêr hêzên rejîma Îranê li ser pira Du Aw ya li herêma Newsud a ser bi Kirmaşanê, komek kolber kirin nezaretê.

Çavkaniyê ragihand ku hêzên rejîmê di dema kirina nezaretê de êşkence li kolberên bi navê Xalid Suleymanî, Enwer Muradî û Xelîl Mehmudî kirine. Ev kolber bi giranî birîndar bûne. 

Di nûçeyê de tê gotin ku hêzên rejîmê kolberekî navsere jî kirine nezaretê û êşkence lê kirine. Ji ber êşkenceya zêde, ev kolberê kal ji ser hişê xwe çûye.

NAVENDA NÛÇEYAN