Partiya Sor destekê dide Rojava

Şemî 6 Gulan 2023 - 01:41

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewrûpayê Ebdulkerîm Omer doh bi şandeya Partiya Sor a Norwêcê re li Osloyê civiya.

Her du aliyan nihêrînên têkildarî krîza Sûriyeyê û bandorên karesatê yên li ser aliyên siyasî, mirovî, aborî û ewlehiyê nîqaş kirin.

Dr. Ebdulkerîm Omer ji şandeya Norwêcê re beyannameya dawî ya Rêveberiya Xweser şirove kiriye.”

Omer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sivîl û şervanên QSD’ê dike hedef.

Nûnerên Partiya Sor a Norwêcê jî got, ew weke partî destekê didin çareserkirina siyasî ya li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî û ji bo wan girîng e ku pêkhateyên Sûriyeyê hemû di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de. 

ANHA/OSLO 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.