Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Saksonya Jêrîn (Niedersachsen) a Elmanyayê, pêr li bajarê Hannoverê kongreya xwe ya asayî pêk anî.

Bi pêşniyara siyasetmedara Kurd a ji Partiya Çep Behiye Ûca, di kongreyê de ji bo Şengalê biryarek hate dayin. Hema bêje temamiya delegeyan dengê 'erê' dan vê biryarê. Di biryarê de hate xwestin, piştgirê têkoşîna civaka Êzîdî ya li Şengalê bin.

Di biryarê de wekî din bang li hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya PDK'ê hate kirin ku hurmetê nîşanî îradeya Şengaliyan bidin. Provokasyon û hewldanên êrişê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî hatin şermezarkirin.

ANF/HANNOVER