- Li Meksîkayê partiya çep di hilbijartinan de bi ser ket.
Li Meksîkayê partiya çep a desthilatdar, roja yekşemê li eyaleta welêt a xwedî nifûsa herî qelebalix a li dora paytext Meksîko Cityê di hilbijartinan de bi ser ket. Bi giştî ji sedî 50´ê 12,6 milyon hilbijêran çûn ser sindoqan.
Tevgera Nûbûnê ya Neteweyî (Morena) ya desthilatdar, wezîfeya walîtiya eyaletê wergirt û kelha 90 salî ya Partiya Şoreşger a Komeleyê (PRI) bi dest xist.
Namzeta Morenayê, Delfîna Gomez bi xêra popularîteya Serokkomar Andres Manûel Lopez Obrador, 9 pûan ferq xist navbera xwe û Alejandra del Moral de.
Mamostaya 60 salî Delfîna Gomez, lîdertiyê ji koalîsyona “Em ê bi hev re çêkin” re dike. Wê got, “We biryar da ku pêvajoya guherînê ya ku welatê me tê re derbas dibe, bandora xwe li dewletê jî bike.”
Morena, di hilbijartinên serokkomariya federal a sala 2018’an de bû desthilatdar, û ji 32 eyaletan 22’yan bi rê ve dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN