Parîs û Kurdistan

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:59

  • Di salvegera komkujiya Parîsê de ez jî îsal li Parîsê bûm. Ew komkujiya ku sala 2013'an pêk hat û di encamê de sê jinên şoreşger ên Kurdistanê hatin qetilkirin.

Di salvegera komkujiya Parîsê de ez jî îsal li Parîsê bûm. Ew komkujiya ku sala 2013'an pêk hat û di encamê de sê jinên şoreşger ên Kurdistanê hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Hersê jin 9'ê Çileyê sala 2013'an li nava Parîsê bûn hedefa dewleta Tirk. Di ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn û hê jî qatilên hersê jinan nehatine cezakirin. Her wiha yên fermana komkujiyê dan û hevkarî kirin jî veşartî man.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê ji bo ronîkirina komkujiyê bi sedan çalakî kirin, lê Fransayê xwe kerr kir. Îsal jî Kurdistanî bi dirûşmeya "Heta edalet bi cih neyê Fransa sûcdar e" daketin meydanan. Çalakgeran bi taybetî bal bire ser rola Fransayê ya di komkujiyê de.

Cihê ku komkujî lê pêk hat Fransa ye. Yan tiliya Fransayê di komkujiyê de heye, yan jî çavê xwe li komkujiyê digire. Encam çi dibe bila bibe, Fransa berpirsiyarê komkujiyê ye. Çawa dibe ku li nava Parîsê sê jin werin qetilkirin û Fransa pê nehese. Fransa ji serî heta dawî ji komkujiyê agahdar e, lê ji ber hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re ser bûyerê digire. Ji ber ku dizane, heger rastî derkevin holê, Fransa jî wê sûcdar be. 

Ji bo ronîkirina komkujiyê PKK'ê gelek belge derxistin holê. Çend rayedarên îstîxbarata Tirk ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin û wan kesan rastiya bûyerê eşkere kir. Lê tevî ewqas delîl û belgeyan jî Fransa edaletê pêk nayîne.

Bêguman ne cara pêşî ye ku li Ewrûpayê şoreşgerên Kurd hatine qetilkirin. Sala 1989'an Dr. Qasimlo û hevalên xwe li Viyanayê, sala 1992'an Şerefkendî û hevalên xwe li Berlînê hatin qetilkirin. Tişta balkêş jî ew e ku gorên wan şoreşgeran jî li Parîsê ne. Her wiha Yilmaz Guney û Ahmet Kaya ku ji ber faşîzma Dewleta Tirk çûn Parîsê û li wê derê jiyana xwe ji dest dan, ew jî li Parîsê hatin veşartin. Di salvegera komkujiya Parîsê de ez çûm serdana gorên şoreşger û hunermendên Kurd. Her yek ji wan ji aliyekî Kurdistanê bû, lê qedera wan li Parîsê bû yek. Ew şoreşger û hunermendên Kurd bûn.

Li Parîsê beriya niha jî çend cinayetên din ên siyasî çêbûn. Fransa di wan komkujiyan de jî edalet bi cih neanî. Her wiha Elmanya û Awusturyayê jî di qetilkirina şoreşgerên Kurd de heman tişt kir. Mirov dibîne ku Kurd ne tenê li welatê xwe tên qetilkirin. Heger ti şoreşgerekî Kurdistanê bî, cih û mekan ferq nake. Hêzên qirker û dagirker li ku derê keysa xwe li te bînin, te tine dikin. Tişta ku li Qasimlo, Şerefkendî û Sakîne Cansiz jî hat kirin, ev bû. Kurd li her derê di hedefa êrişan de ne. Lewma jî xweparastin girîng e. 

Heger mirov bibêje, ez li Ewrûpayê me û di ewlehiyê de me, ne rast e. Şoreşgerên Kurd li her derê divê hişyar û baldar bin. Rêber Apo girîngiyeke mezin bi xweparastinê dide. Mesela sala 2010'an nijadperestekî Tirk li Samsûnê êrişî Ahmet Turk kir. Rêber Apo ew êriş gelekî rexne kir û digot, heger Ahmet Turk nikaribe xwe biparêze wê çawa bixebite. Ev aliyekî meselê ye. Li aliyê din welatên Ewrûpayê ji dema Osmaniyan heta niha hevkariyeke mezin bi dewleta Tirk re dikin. Di her bazar û peymanê de Kurdan dikin qurbanî. Dema ku mesele Kurd bin, qanûnên xwe jî nas nakin.

 

Li goristana Parîsê rastiya Kurdistanê heye. Ahmet Kaya û Yilmaz Guney ji ber ku Kurd bûn ji Tirkiyê reviyan û li sirgûnê jiyana xwe ji dest dan.

Qasimlo, Şerefkendî û hevalên xwe jî ji ber ku pêşeng bûn, hatin qetilkirin. Çi tesaduf e ku gorên wan şoreşger û hunermendan li Parîsê ye. Ev yek ji bo Parîsê şermeke mezin e. Ev di heman demê de şerma Ewrûpayê ye. Li aliyekî destûrê didin qetilkirina Kurdan, li aliyê din kujeran diparêzin û rastiyan dernaxin holê.

parvê bike

Aslan ASLAN

Nivîsên Aslan ASLAN

Deriyê Sêmalka
6 Çileyê

Heybeta Serok
1 kanûnê

Malbatên PKK'ê
17 teşrînê

Nexweşiya Erdogan
4 teşrînê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.