Parîs nobetê didomîne 

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:11

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo serbestiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 453'an de ye.
Çalakiya ku di 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir, di hefteya 453'an de bi koma ji Parîsê dewam dike ku kom ji Kamber Aydin, Alî Yorûlmaz û Ahmet Gerçek pêk tê.

Ahmet Gerçek bi navê çalakgeran axivî û greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî silav kir ku li dijî tecrîdê li dar dixin. Ahmet Gerçek got, "Heta ku Rêberê me azad nebe, em nikarin qala azadiya xwe bikin" û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe, Rêber Apo azad bibe, gelê Kurd wê li her deverê çalakiyên xwe dewam bike.

Çalakiya ji bo 5 rojan

Li Parîsê wekî din ji bo serbestiya Rêber Abdullah Ocalan wê 5 rojan çalakî were kirin. 

Çalakî wê di 22’ê Sibatê de li pêşiya Parlementoya Fransayê were destpêkirin û di 26’ê Sibatê de jî bi dawî bibe.

Çalakî wê her roj di navbera saet 11.00 – 16.00’an de were kirin. Di çalakiyê de  TEV-ÇAND’ê jî bi aktîvîteyên xwe yên çandî beşdar bibe.

Di çalakiyê de wê bi pêşengiya xebatkarên Meclîsa Gel a Demokratîk li ser komployê, pergala Îmraliyê, fikrên Rêber Apo belavokên bi Fransî werin belavkirin. Di çalakiyê de wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze jî werin komkirin û ev îmze wê ji Sekreteriya Giştî ya NY were şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.