Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku ji bo serbestiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, di hefteya 452'an de ye. Çalakgerên vê hefteyê jî Kurdistaniyên ji herêma Evry a Parîsê ne.

Şahîn Kaya, Mûrat Demîr, Îbrahîm Baş û Mahmût Yilmaz wê tevahiya hefteyê saet di navbera 08:00 û 17:30'î de çalakiyê dewam bikin. Komê nobeda vê hefteyê ji nûnerên saziyên li Ewropayê dewr wergirt. Şahîn Kaya bi navê komê axivî, serketina gerîla ya li Garê silav kir û diyar kir, têkoşîna gerîlayên ku şehîd bûn wê ji aliyê gelê Kurd ve neyê jibîrkirin.

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û heta niha bi gelek zimanî broşur, pirtûkên Ocalan hatin belavkirin. Di çalakiyê de her wiha ji raya giştî ya Ewropayê re qala jiyan, têkoşîn, paradîgmaya azadîparêziya jinê, wekheviya zayendî û ekolojîk a Ocalan tê kirin.

ANF/STRASBOURG