Parêzerê antîfaşîst beraet kir

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 12 Mijdar 2020 - 01:00

  • Parêzerê Kurdan û antîfaşîstan Roland Meister, di doza ji ber giliyê polês de beraet kir. Wî got, polês xwestiye ji ber ku ew parêzerê Kurdan û antîfaşîstan e, wî ceza bike.

PÎROZ GULTEKÎN
ESSEN

Ji ber ku polês ew bi "organîzekirina çalakiya qedexe" gunehbar kir, doz li parêzer Roland Meister hatibû vekirin. Roland Meister di dozê de beraet kir. Roland Meister got, ji ber ku ew parêzeriya Kurdan û antîfaşîstan dike, dixwazin wî ceza bikin.
12´ê Kanûna par, li bajarê Elmanyayê li devera bi navê Essen-Steele, koma neo-nazî ya bi navê Steeler Boys xwepêşandanek li dar xist. Antîfaşîstan jî ev xwepêşandan protesto kir. Polês hingê li şûna koma neo-nazî, dest werdabû antîfaşîstan. Ji ber wê, parêzer Roland Meister hewl dabû têkiliyê bi polêsan re deyne; lê polêsan bi îdîaya "çalakiya qedexe" organîze dike, giliyê wî kiribû.
Di doza ku li ser giliyê polêsan de dozger xwest 4 hezar û 800 euro cezayê pere li parêzer Roland Meister bê birrîn. Rûniştina dozê pêr li Dadgeha Silhê ya Essen-Stelle pêk hat. Piştî ku heyeta dadgehê guh da polêsên şahid, biryara beraetê da. Dadgehê got, xwepêşandana neo-naziyan ne qanûnî bûye, û parêzer Roland Meister ji polêsan xwestiye wê asteng bikin. Bi vê re jî dadgehê biryara beraeta parêzerî da.

Çalakiya piştgiriyê

Li pêşiya dadgehê jî Yekîtiya Înternasyonal a Essenê û hevalên parêzer Roland Meister mîtîngeke piştgiriyê organîze kir. Piştî rûniştina dozê Roland Meister di mîtîmgê de peyivî û got, "Ez antîfaşîst im. Di 41 salên parêzeriya xwe de min partiya xwe MLPD, antîfaşîst û Kurd gelek caran parastin. Ji ber vê polêsê deverê min baş nas dike. Ji ber ku min parêzeriya Kurdan û antîfaşîstan kir, xwestin min ceza bikin. Biryara beraetê jî encama piştgiriyê ye."
Parêzerê Roland Meisterî di dozê de Yener Sozen bû. Wî got, "Ez neçar kirim ku li vir hevpîşeyê xwe biparêzim." Wî ji ber rengê vekirina dozê jî got, ew ecêbmayî bûye. Kurdên deverê, parêzer Roland Meister baş nas dikin. Ew bêhtirî 40 salan e ku li dozên penaberan û dozên ceza dinihêre. Wî di dozên ji ber 129b´yê de jî parêzerî kiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.