Parastina modela Rojava girîng e
Duşem 27 Çile 2025 - 03:00
Endama Komîteya Jîneolojiyê ya Fransayê Carole Eleftherîa şoreşa Kobanê pîroz kir û got: “Divê model û şoreş bê parastin. Parastina destkeftî û şoreşê esas e. Ya girîng parastina vê modelê ye. Divê gel qedera xwe bi xwe bikaribe tayîn bike. Ev pergal ji bo her kesî derfet e.”
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi şoreşa Rojava re bi pêşengiya Kurdan gelê herêmê gav bi gav bi Xweseriya Demokratîk re rêxistinbûnên kantonan îlan kirin. Di 21’ê Çileyê ya 2014’an de Cizîr, 27’ê Çileya 2014’an Kobanê, 29’ê Çileya 2014’an jî wek Kantona Efînê li herêmê xweseriya demokratîk hat îlankirin.
Azadbûna Kobanê di heman demê de bû nokteya destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Piştre bi têkoşîna QSD, YPJ û YPG’ê DAIŞ bi giştî têk çû. Piştî berxwedana 134 rojan şûnde di 26’ê Çileyê ya 2015’an Kobanê hat rizakirin. Azadbûna Kobanê bi gotinên ‘Kobanê rizgar bû. Saet 10 deqe kêm ji 3’an re’ li dîrokê nivîsî.
Endama Komîsteya Jîneolojiyê ya Fransayê Carole Eleftheria, der barê şoreşa Rojava ku îro hîna di bin êrîşê de ye nirxandin kir.
Li dijî tarîtiyê jinên pêşeng
Caraole Eleftherîa da zanîn ku şoreşa Kobanê yekemîn serkeftina mezin a Şoreşa Rojava ye û wiha got: “Sembola bi hêz a têkoşîna li dijî çavsoriyê, têkoşîna azadiyê û têkoşîna xwerêveberiyê ye ku di pêşengtiya jinê de ye. Jinan li dijî vê tarîtiyê rola sereke lîstiye. Şoreşê hêza jinan derxistiye holê.”
Hedefa Tirkiyeyê
Carole Eleftherîa daxuyakirin ku bi salan e Tirkiye li hember şoreşê êrîşan didomîne û got ev êrîşên qirêj li dijî mirovahî û xwezayê tê meşandin, di esasê vê de plana têkbirina jinan heye.
Parastina modela Rojava girîng e
Carole Eleftherîa wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê model û şoreş bê parastin. Parastina destkeftî û şoreşê esas e. Ya girîng parastina vê modelê ye. Divê gel qedera xwe bi xwe bikaribe tayîn bike. Ev pergal ji bo her kesî derfet e. Hewcedariya hemû jinan bi tifaqeke derveyê sînor heye. Divê em jî hay ji xwe hebin ku bi reformên lîberal ên ku tenê xeyal in, nexape. Ev modelek e ku li ser zîhniyetê gelek xebat pêwist e. Ji bo vê yekê jîneolojî xwedî erkek girîng e.”
JINNEWS/ENQERE