Parastina mezin çêbe

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 23:14

  • Nûrî Mehmûd: ‘’Siyaseta navxwe a Tirkiyeyê qediyaye. Îro li nav Tirkiyê bêaramiyeke mezin hebe bêguman gelên Tirkiyê vê qebûl nakin. Wê hewl bidin ku desthilateke alternatîf bînin. Lê Serokkomarê Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ya şowenî û cîhadî rewşa Tirkiyê bi şer rê ve dibin

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir di nav 6 mehan de dewleta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ, El Qaîde, El Nûsra 306 caran ji hewayî û bejahî êrîş anîne ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji ber êrîşan gelek sivîl şehîd bûne û birîndar bûne. Wî got, ‘’Em êrîşê nabin ser ti deverê. Berevajî. Dewleta Tirk êrîşê tîne ser herêmên me. Ev hemû li ber çavê garantorên agirbestê diqewimin.’’

YPG’ê Nûrî Mehmûd bersiv da pirsên nûçegihanên ANF Mustafa Çoban. 

Ev hemû derew in

Nûrî Mehmûd wiha bersiv da îdîayên aliyên Tirk ku dibêjin YPG êrîş biriye ser wan: ‘’Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wezîrê wî Hulîsî Akar îdîa dikin ku ji herêma me êrîş çûye ser wan. Ev hemû derew in. Berevajî, van 6 mehên dawî dewleta Tirk 306 caran bi top, hawan, obûs û balafirên şer êrîş aniye ser Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir, Zirgan û gelek herêmên din. Dewleta Tirk û çeteyên li deverên dagirkirî DAÎŞ, El Qaîde, El Nûsra û Birayên Misilman 16 caran êrîş anîne, hemû êrîşên wan jî hatine şikandin.

Di êrîşên 6 mehên dawî de 4 jê zarok, 3 jin, 1 mêr tevahî 8 sivîl birîndar bûn. Her wiha bi sedan malbata bêgav ma ku koç bikin. Îlonê 194 erîş anîne, 5 sivîlan jiyana xwe ji deset da, 6 sivîl birîndarbûn.e Tişta ku dibe û îdîaya Serokkomarê Tirk û wezîrê wî ji hev dûr in. Dewleta Tirk êrîşê tîne ser herêma me.’’

Hemû qanûnan binpê dike

17’ê Cotmeha 2019’an bi garantoriya DYE’yê, 22’ê Cotmeha 2019’an jî bi garantoriya Rûsyayê agirbest hatibû danîn. Nûrî Mehmûd wiha bersiv da pirsa ‘’Ma dewletên garantor van binpêkirinan nabînin’’:Em li gorî şertên agirbestê diçin. Lê dewleta Tirk û komên bermayên DAIŞ-El Qaîde li gorî agirbestê neçûn. Ev li ber çavê Rûsya û DYE’yê diqewimin. Dema ku mirov bi rastî jî li meseleyê binere Tayyîp Erdogan ku şoweniyê û cîhadiyê derdixe peş û hikûmeta AKP-MHP’ê li gorî qanûnên Tirkiyê, li gorî qanûnên navnetewî û NATO’yê naçin. Li gorî qanûnên koalîsyona navnetewî jî naçin. Tirkiya van hemû qanûnan binpê dike.’’

Bi şer bi rê ve dibin

Nûrî Mehmûd got, Erdogan dixwaze siltaniya Osmanî bîne û wiha pê de çû: ‘’Weke ku tê zanîn gelek caran li qada navnetewî me têkiliya hikûmeta Tirkiyê ya li gel DAIŞ, Birayên Misilman re got. Gelek kampên wan jî li Tirkiyê ne. Ev kom li Efrîn, Idlib, Ezaz û Babê hatin bicihkirin. Jixwe Ebûbekir Bexdadî li wê herêmê hate tespîtkirin.  Serokkomarê Tirk xerîteya DAIŞ, Birayê Misilman qebûl nake, ji bo siltaniya xwe xerîteyeke dî çêkiriye û dixwaze li wê hêrêmê bibe hez, li gorî vê tevdigere.

Heger çendî niha ev hêviyên wan şikestibin, planên wan ên li ser Rojhilata  Navîn têk çûbin jî, ev tenê li nav Tirkiyê mabe jî, em dibînin ku li nav Tirkiyê jî tevlîheviyeke mezin heye. Lîreyê Tirk pir ji qîmet ketiye, aboriya Tirk derbeke giran xwariye.

Dîplomasiya Tirk li qada navnetewî derbeke giran xwariye. Siyaseta navxwe qediyaye. Îro li nav Tirkiyê bêaramiyeke mezin hebe bêguman gelên Tirkiyê vê qebûl nakin. Wê hewl bidin ku desthilateke alternatîf bînin.

Lê Serokkomarê Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ya şowenî û cîhadî rewşa Tirkiyê bi şer rê ve dibin. Weke ku tê zanîn li Iraqê şer dike, li Ermenîstanê carê şer dertê, li Libya, Deryaya Spî, Yewnanîstan hatiye ber rewşa şer. Hewl dide ku Qibrisê dagir bike.

Her wiha li Sûriyê gefên şer dixwe. Em dibînin ku di dest vê hikûmetê de ji şer pê ve tiştek nîne.

Dixwaze hinekî temenê xwe dirêj bike

Bi vî şerî dixwaze hinekî temenê xwe dirêj bike. Bêguman gelê me û hemû cîhan divê bi vê zanibe, ev şer ne di xizmeta mirovahiyê de ye. Ev şerê terorê ye. Hemû cihan hay ji vê heye. Jixwe hemû cîhan li ser alîkariya Erdogan a li terorê diaxive, dibîne ku çawa teror bi cih kiriye û ji bo ku terorîstan kiriye herêma ewle.

Heke şerekî wiha bibe ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê taloke çêbibe, her wiha wê hêviyê bide hemû aliyên terorê yên weke DAÎŞ, El Qaîde, Birayên Misilman.  Wê hêviyê bide wan ku ji hicreyên xwe derkevin. Jixwe desteka manewî, lojîstik, stratejîk ji herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin diçe ji komên çete yên weke DAÎŞ‘ê û komên din re.

DAÎŞ‘î û malbatên wan ên li kampan dixwazin biçin cem Erdogan.  Li wir hêvî dikin ku dîsa dewleteke terorîst ava bikin.

Rewşeke wiha heye. Ji ber vê jî em dibêjin heke şerekî wiha bibe, dîsa bi navekî dî wê terora DAÎŞ‘ê derkeve holê.

Ne weke şerê Efrînê û Serêkaniyê be

Her wiha Nûrî Mehmûd bersiv da pirsa ‘’Li dijî êrîşên mihtemel hûn ê konsepteke çawa ya têkoşînê deynin?’’ û wiha peyivî:’’Weke her carê hêzên me wê bi çarçoweya parastina rewa tevbigerin. Wê ne weke şerê Efrînê û Serêkaniyê be. Hêzên me vê carê li dijî her êrîşê wê parastina mezin bike. Weke ku hemû cîhan pê dizane me êrîş nebire ser ti deverê. Lê ku êrîşek were ser hêzên me û gelê me, êrîş were ser armanca şoreşa me, hêviyên gelê me, hêzên me bi çarçoweya mafên meşrû wê vî gelî û van xakan biparêze.

Jixwe projeya Xweseriya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahiya Sûriyê projeyeke grîng e. Hemû gelên Sûriyê di vê de hêviyê dibînin. Serokkomarê Tirk û partiya wî vê li ber siltaniya xwe weke taloke dibînin û ji ber vê dixwazin êrîşê bînin.

Hedefa wan ew e ku vê projeyê bi temamî tine bikin û teroreke weke DAIŞ‘ê bi navekî dî ava bikin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.