Parastina me PKK ye

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 3 Gulan 2023 - 00:42

Di pîrozbahiyên 1´ê Gulanê yên li Swêdê de hikûmeta Swêdê ji ber tawîzên dane Tirkiyeyê hatin rûreşkirin. Bi hezaran kesî ji ber tawîzên ji bo endametiya NATO'yê rexne li hikûmetê kir û bi gotinên “Parastina me PKK ye” bal bire ser dostên jidil.

Li bajarê Malmö yê Swêdê, komên Antifascistik Aktion, Autonom Organisering, Amalthea, Mangla, Syndikalisterna, SUF Malmö, Södra Klubben, Rojava Kommittierna û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Malmöyê bi hev re meşiyan. Beşdarên meşê li dijî qanûnên ku sibe dikevine ber dengdana parlamenê û weke “Qanûnên Erdogan” tên nasîn nerazîbûn nîşan da. Ev qanûn tenê li ser dijberiya Kurdan hatine danîn. Li dijî van qanûnan Swêdiyan got, "Kapîtalîzm teror e, ne PKK", “Em ê zora Erdogan bibin, parastina me PKK ye” û “Malmö hemû bi PKK´ê re ye”.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.