Par 234 kolber û kasibkar bûne qurbanî

În 24 Adar 2023 - 01:49

Li gorî amarên herî dawî, par 39 kolber û kasibkar (bazirgan) li ser sinorên di navbera Rojhilatê Kurdistan, Başûr û Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha 195 kolber û kasibkar jî birîndar bûne.

Li gor amarên dawî yên Kolbernews, di sala borî de li ser sinorên di navbera Rojhilatê Kurdistan, Başûr û Bakurê Kurdistanê de herî kêm 39 kolber û kasibkarên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ji vana 27 kolberan di encama gulebaranên hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dane û kesek jî di encama gulebarana hêzên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman amaran, 11 kolberên din jî di encama qezayên trafîkê, qerisîna nava berfê û ketina ji zinaran de jiyana xwe ji dest dane.

Hat gotin ku ji 195 kolber û kasibkarên birîndar bûne jî, 145 ji wan ji ber gulebaranên hêzên rejîma Îranê birîndar bûne. Yên din jî di encama qezayan de birîndar bûne.

Li gor amaran, di nava 10 salên borî de 551 kolber hatine qetilkirin û 1246 kolber û kasibkar jî li deverên sinorî yên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.