PAJK: Newroz ji faşîzmê hesab dipirse

În 22 Adar 2024 - 01:25

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir, anî ziman pêşengtî û têkoşîna jinan di şer, siyaset û veguherîna civakî de serdemeke nû vedike; jinên Kurd ku Newrozê pîroz dikin bi derbaskirina sînorên neteweyî veguheztina civakî diafirîne.

 PAJK’ê got, “Gelê me yê ku hişmendiya neteweyî bi dest xistiye, li dijî yekperestî, nijadperest, zayendperest û paşverûtiya olî li ser esasê avakirina neteweya demokratîk bi gelên herêmê û cîhanê re tên ba hev.”

PAK’ê di daxuyaniyê de Newroz li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir, şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Rahşan, Ronahî, Zekîya, Bêrîvan bi bîr anî û got,’’Jinên Kurd ên bi pêşengiya Zekiye, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvanan Newrozê pîroz dikin li her qadê, li herî pêş pêşengiya têkoşînê dikin. Rêbertî û têkoşîna jinan di şer, siyaset û veguherîna civakî de serdemeke nû vedike.’’

Têkoşîna me ji nû ve zayin e

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin,’’Berxwedana Rêber Apo û hêza paradîgmaya azadiya jinan e ku têkoşîn aniye roja îro û karakterekî gerdûnî daye wê. Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî" ku li cîhanê deng veda, encama herî girîng a vê veguheztina mezin e. 52’emîn sala têkoşîna me li çiya, zindan, bajar, deşt, li her derê Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê îfadeya şênber a ji nû ve zayînê ye. Destê xwe dide dilê her Kurdekî/ê, hesta welatparêziyê hişyar dike.’’

Newroz hesab dipirse

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin: ‘’Newroz sonda parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê ye. Newroz bi ruhê Apoyî û vîna pola ya Mazlûm Doganan ku hesab ji faşîzmê dipirse. Newroz rastiya Rêber Apo ye ku nîv sedsalê li dijî desthilatdariyên mêtinger ên bi hezaran salan hatine berhevkirin û hişmendiya azadiyê ya ku afirandiye. Newroz helwesta Apoyî ya gel, tevger û gerîla ye ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. 

2024’an têkoşîna azadiya Ocalan

Li ser bingeha ku Newroza 2024’an wê serkeftinê bi xwe re bîne, em Newroza hemû gelê Kurdistanê bi taybet li jinan pîroz dikin. Em bang li gelên Mezopotamyayê û derdorên demokratîk dikin ku xwedî li vîna di Newrozê de derketiye holê derkevin, eniya têkoşîna demokratîk ava bikin, pêngava ji Rêber Apo re azadî,ji pirsgirêka Kurd re çareserî berfireh bikin û sala 2024’an bikin sala têkoşînê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.” 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.