• Cenazeyên 12 şehîdan doh bi beşdariya bi deh hezaran kesên ji herêma Firatê li goristana Şehîd Dîcle li başûrê bajarê Kobanê, hatin oxirkirin.

Bi deh hezaran kesên ji herêma Firatê, cenazeyên 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di Pêngava Gurzê Gelan de li dijî çeteyên DAIŞ'ê li girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê şehîd bûne, oxir kirin.

Cenazeyên 12 şehîdan doh bi beşdariya bi deh hezaran kesên ji herêma Firatê li goristana Şehîd Dîcle li başûrê bajarê Kobanê, hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanan doh gihiştin nexweşxaneya leşkerî ya Kobanê.             

Bi deh hezaran kes ji gund û bajarokên herêma Firatê ber bi goristana şehîd Dîcle ve herikîn, di heman demê de ji bo şîna şehîdên pêngava Gurzê Gelan li bazarên bajarê Kobanê tevger rawestiya û bi temamî dikan hatin girtin.

Di merasîmê de cihgirê hevserokatiya Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê bal bire ser plana mezin a dewleta Tirk a dagirker a li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya vê êrişê, xwest herêma Cizîrê kontrol bike û "Xîlafeta Îslamê" ragihîne.

Ferhan Kobanê got, bi saya fedekariya şehîdan û bi hewldana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîlana dewleta Tirk a faşîst têk çûye û gel di salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê de careke din serketina xwe ragihandiye.                

Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê, Mehmûd Kobanê jî got, wan şehîdan pîlana ku 6 mehan dihat amadekirin û li pey wê gelek hêzên herêmî hebûn, têk bir.

Di dawiya merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîdan xwend û radestî malbetên wan kir. 

Navên şehîdên li Kobanê cenazeyê wan hatin veşartin, ev in: Mahir Mihemed Bozan, Nîhad Şêx Mûsa, Dara Mihemed Mihemed, Mehmûd Henkî, Îsmaîl Mihemed Elî, Bozan Mislim Xelîl, Mihemed Esmet Walî, Hisên Elî Îsmaîl, Feysel Sedûn, Heysem Nebo Mihemed, Mehmûd Mezî û Hisên Kino.  

ANHA/KOBANÊ