- Dîroka sînemayê gelek agahiyên balkêş dihewîne. Nexasim jî destpêka sînemayê ango di heyama Sînemaya Bêdeng de ceribandin û ezmûnên di warê sînemayê de bi serê xwe dibin çîrokên filman. Amûrên bi navê “Fotoplayer” ku dişibin orkestrayekê yek ji wan ceribînên balkêş e.
Beriya ku mefhûma deng li hunera sînemayê were zêdekirin film bêdeng dihatin çêkirin. Ji lewma di dîroka sînemayê de wextekî ku jê re dibêjin “Heyama Sînemaya Bêdeng” heye. Wî zemanî ango di destpêka sînemayê (1895-1920) de teknolojî ewqasî jî pêş neketibû û kameraya ku dîmen digirt weke a niha nikaribû di heman demê de deng jî bigire. Ji lewma film pêşî bêdeng dihatin çêkirin û paşê gava li salonan dihatin nîşandan bi saya hin amûrên muzîkê, bi awayekî zindî muzîk dihat çêkirin. Nexasim jî bi rêya piyanoyê film dibûn xwedî muzîk û rîtma film zêdetir dibû. Bi vî awayî baştir dihatin temaşekirin.
Lê ji van amûran amûra bi navê “photoplayer” an jî “fotoplayer” ji piyanoyê cudatir bû. Ev amûr dikarîbû gelek dengên din jî derbixe. Wek nimûne ev amûr dengê şerqîna ewran, wîtîna çûkan, dengê deriyan û çekan jî derdixist. Ji xeynî van dengên “diegetîk” ku çîroka filmî xurttir dikirin ev amûr her wiha bi serê xwe weke orkestrayekê bû û ensrumaneke muzîkê bû jî.
Ev amûra balkêş a muzîkê di salên 1912’an de derketin holê û heta 1920’an jî hatin bikaranîn. Piştî salên 1920’an êdî film bi deng hatin çêkirin. Yanî filmên ku “diaxivin” hatin çêkirin. Bi vî awayî modeya van amûrên muzîkê jî ji holê rabû û ew hatin jibîrkirin. Li gor agahiyên Komeleya Sînemaya Bêdeng ji van amûran tenê 50 heb mane û ji van amûran tenê 12 heb niha dixebitin.
Serpêhatiya fotoplayer a Joe Rinaudo
Yek ji wan amûrên ku niha dixebite jî niha li mala Jeo Rinaudo ye. Joe Rinaudo dîrokzan û teorîsyenê Sînemaya Bêdeng e. Ev amûra li mala wî bala hemû sînemavanan dibe ser xwe. Rinaudo di sala 1950’î de dest bi temaşekirina filman dikem. Di televizyonê de bala xwe dide ser xêzefilmên reş û spî. Ev xêzefilmên li wan temaşe dike jî bêdeng in û bi aweyekî qerfî hatine sêwirandin. Rinaudo ji ber ku pirr di bin tesîra vî tiştî de dimîne di sala 1976’an biryar digire ku fotoplayerekê bigire. Axir ew fotoplayereke ku di sala 1926’an de hatiye çêkirin distîne. Ev enstruman a salona şanoyê bu ku li bajarê Saskatchewan dima. Rinaudo piştî ku vê enstrumanê baş tamîr dike dibe mala xwe ya li Kalîforniyayê.
Fotoplayer peywira orkestrayekê dibîne
Komeleya Sînemaya Bêdeng di derbarê vê amûra muzîkê ku di heman demê de peywira orkestrayekê dibîne, dibêje; “Fotoplayer ji bo ku aksyinonên filmên bêdeng rave bike weke kombînasyoneke dengan a piyano, org, û efektan hatibû sêwirandin. Erê, ev dişibe piyanoyekê lê ji bo ku di sahneyên cuda de muzîk û dengên cuda derbikevin ‘rulo’ hene. Her wiha gelek bişkokên dengên muzîkê li ser amûrê hene û her yek ji van bişkokan xwedî dengekî xweser e. Yanî li kêleke piyanoyê dolabeke heye û bi saya vê dolabê deng, efekt û muzîk tên kontrol kirin. Piyanojen gava li piyanoyê dixe di heman demê de dikare bi saya ruloyan muzîkê biguherîne û efektên cuda yên deng biafirîne. Gava ev tişt hemû bi hevre pêk tên dev ji temaşekirina film jî bernade û gava li film temaşe dike van dengan hemû derdixe.”
Mirov dibe salên ‘Sînemaya Bêdeng’
Bestekarê bi navê Alex Heflin ji bo amûra Jeo Rinaudo bikarbîne çûye mala wî û di videoya ku parve kiriye de hunerên vê enstrumana balkêş nîşan dide. Çawa ku sehneyeke bi aksyiyon ji nûve zindî bike dixebite û gava piyanoyê dijene efektên dengan jî diafirîne. Bi vî awayî em fêr dibin ku ev amûr xwedî hunereke bi çi rengî ye û dikare çi bike. Ev amûrên muzîkê ku ji bo Sînemaya Bêdeng hatine çêkirin, her çend hatibin jibîrkirin jî parçeyekî girîng ên dîroka sînemayê ne. Gava mirov li hunerên vê amûrê dinihêre mirov Sînemaya Bêdeng baştir bibîrtîne û şahidiya wan salan dike. Mirov hem hestiyar dibe û hem jî dibe hevparê kela canê temaşevanên wî zemanî.
NAVENDA NÛÇEYAN