Operasyona Mirovî û Ewlehiyê

Duşem 29 Adar 2021 - 00:41

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kampa Holê "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" da destpêkirin. 5 hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û YPJ'ê beşdarî operasyonê bûne da ku tesîra DAIŞ'ê di nav kampê de tune bikin.

Hêzên Ewlekariyê doh li kampa Holê daxuyaniyek da raya giştî. Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evîndar Dêrik beşdarî daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji aliyê berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de qala şerê li Sûrî hat kirin ku bi qasî 10 salan e didome û di vê de behsa serketina QSDʼê û hêzên koalisyonê li hemberî DAIŞʼê hat kirin û hat gotin: “Herçiqasî di warê eskerî de çeteyên DAIŞʼê bi bin ketibin jî lê hê jî tehlûkeyeke mezin in.” Di vê çarçoveyê de qala kampa Holê tê kirin ku 60 hezar kes lê dimînin. Di daxuyaniyê de tê gotin, kesên alîgirê DAIŞʼê li gorî xwe rêveberiyek ava kirine û îşaret bi vê tehlûkeyê tê kirin, nexasim jî tehlûkeya zarok di navê de ne, tê destnîşankirin. Agahî têne dayîn ku di nava kampê de heta niha 47 kes hatine kuştin. Ji ber vê yekê jî operasyonek tevî hêzên koalîsyonê dane destpêkirin û ew bi biryar in ku ewlehiya sivîlan biparêzin."

5 hezar hêzên ewlehiyê beşdar bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî têkildarî oprerasyonê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ew agahî hebûn: “Îro (28'ê Adarê) saet di 04.00'an de hêzên me operasyoneke berfireh bi navê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin. Di vê operasyonê de ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya hêzên QSD, YPG, YPJ'ê pêk tê ve, bi giştî 5 hezar hêzên ewlehiyê beşdar bûn.

9 kes hatin girtin

Vê operasyonê roja xwe ya destpêkê li gorî plansaziyê derbas kir ku bi armanca paqijkirina şaneyên DAIŞ'ê yên li kampa Holê û paqijkirina kampê ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir. Di roja destpêkê de 9 kes hatin destgîrkirin ku di nav de kesên bi endamtiya DAIŞ'ê tên tawanbarkirin jî hene ku navên wan di lîsteya lêgerînê de bûn.

Di nava kesên hatin girtin de çeteyekî bi nasnav Ebû Seed El-Iraqî jî heye ku demeke dirêj ji  bo DAIŞ'ê endam kom dikirin."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.