Operasyona li Holê tundrewî kêm kir

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 02:45

Jinên koçber ên li kampa Holê ji ber operasyona ewlehiyê kêfxweşiya xwe anî ziman û gotin:"Vê operasyonê çalakiyên jinên tundrew bi awayekî mezin kêm kir."

Li kampa Holê operasyona ewlehiyê ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, bi desteka QSD û YPJ’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 7’an de dewam dike.

Niştecihên li kampê der barê girîngiya operasyona ewlehiyê de nêrînên xwe anîn ziman.

Efaf Xêr El Elî ji Dêrazorê ye, ji çend salan ve li kampê dimîne. Efafê got: "Ji ber operasyonên kontrolkirinê, em demeke dirêj li derveyî çadiran dimînin, ev tişt bi taybetî ji bo zarokan û kesên bitemen zehmet e. Li aliyekî din ev operasyon ewlehiya li hundirê kampê pêk tîne, nemaze piştî ku sûcên qetilkirinê û fikrên tundraw em ditirsandin."

Efaf di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi tirs radizan, lê niha em aramiyê hîs dikin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin warê xwe Dêrazorê."

Fatima Mihemed ji ber keda wan a di operasyonê de spasiya hêzên ewlekariyê kir.

Koçbera bi navê Ebîr Hisên ji bajarê Reqayê da zanîn ku operasyonên ewlehiyê hişt ku tevgera jinên tundraw li kampê kêm bibe û got: "Em di bin gefa jinên xwedî fikirên DAIŞ’î de bû, ku jin qetil kirin û zarokan li ser tundrawiyê mezin dikin. Vê operasyonê çalakiyên jinên tundrew bi awayekî mezin kêm kir."

ANHA/HESEKÊ/HENAR ÎBRAHÎM/ BAZ MORDEM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.