• Rêveberiya xweser 3 jinên DAIŞ´î û zarokên wan teslîmî Elmanyayê kirin. Çapemeniya Elman weke sosretekê ev nûçe, bi dereweke qerase fena "operasyona rizgarkirina alîgirên DAIŞ´ê" belav kir. 

Demeke dirêj dewleta Elman ji bo ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re peywendiyên fermî nedeyne,  tevî biryarên dadgehê yên wê bi xwe jî, wê malbatên endamên DAIŞ´ê yên li wargehên Rojava nedigirtin xwe. Niha derket holê ku 19´ê Kanûnê Leonora M. ya 21 salî, Merve A. ya 24 salî û Yasmin A. ya temenê wê nehat eşkerekirin, tevî 12 zarokan ji Wargeha Roj wergirtin û birin Elmanyayê. 

Ecêba, ecêban ew bû ku çapemeniya Elman ev teslîmkirina DAIŞ´iyan weke “Operasyoneke veşartî” ya hikûmeta Elman ragihand. Ev dereweke qerase bû. Jixwe ti operasyon nebûn, “operasyonên veşartî” jî hîç nebûn. Rêveberi Xweser ji mêj ve dixwest behtirî sed DAIŞ´iyên Elman teslîmî hikûmeta Elman bike. Lê Elmanyayê red dikir ku protokola teslîmgirtinê îmze bike. Kovara Der Spiegelê jixwe weke “rizgarkirina alîgirên DAIŞ´ê” nûçe belav kir. Hem agahiyên şaş û derew û hem jî xwedîderketina li DAIŞ´ê devê mirovan ji hev hiştin.  

Derewa nû li ya berê zêde kirin

Beriya niha jî dawiya Îlona bihurî hikûmeta Elman bi rêya kanala televîzyonê ya dewletê ya yekê ARD’ê îdîa kiribû ku Rêveberiya Xweser qebûl nake DAIŞ´iyan teslîmî Elmanyayê bike. Hingê jî Rêveberiya Xweser ev îdîaya kanala dewleta Elman ARD´ê li derew derxistibû û gotibû, em hazir in wan piştî ku protokola teslîmgirtinê bê îmzekirin, teslîm bikin. 

Jixwe gava mirov berê xwe dide naveroka nûçeyên ragihandina Elman ên van herdu-sê rojan jî mirov dibîne ku ti “operasyoneke” hikumetê ya veşartî yan jî eyan nîne. Rêveberiya Xweser ev DAIŞ´ê û zarokên wan birine deriyê sînor ên Sêmalka û li radestî rayedarên Elman kirine. Wan jî bi balefirekê bi refaqeta polêsê federal ê Elman ew birine Elmanyayê. 

Rêveberiyê berê jî çend zarok û jinek teslîm kiribûn

Leonora M. ya 21 salî ya Sangerhausenê, Merve A. ya 24 salî ya ji Hamburgê û Yasmin A. ya ji Bonnê, jin yan jî xwişkên DAIŞ´iyên Elman ên hatî kuştin in. Zarokên wan û çend zarokên sêwî bi wan re birine Elmanyayê. 
Dewleta Elman ji ber tirsa xirabûna têkiliyên wê bi dewleta Tirk re nedixwest bi Rêveberiya Xweser re têkiliyeke fermî deyne.
Beriya niha, di Tebaxa bihurî çend zarokên sêwî ku hinek ji wan nexweş bûn, Rêveberiya Xweser teslîmî Elmanyayê kiribûn. Piştê wê bi sê hefteyan jî bi navbeynkariya rayedarên Emerîkî, jineke DAIŞ´î jî hatibû teslîmkirin.  Lê ev cara yekê ye ku Rêveberiya Xweser kesên temenê wan di ser 18 salan de yekser teslîmî rayedarên Elman dike.  
Jixwe di vê bûyera dawî de tişta nû ew e ku Wezareta Karê Derve ya Elman yekser çalak bûye. Wezaret dîsa jî xwe ji têkiliyê vedide û dibêje, ji ber sedemên insanî wan ev gav avêtiye. Beriya niha gelek malbatên van DAIŞ´iyan doz li hikûmeta Elman vekiribû ji ber ku zarokên wan teslîm nagire. Ev cara yekê ye ku hikûmeta Elman biryarên dadgehên xwe jî bi cih tîne. 

Hîna 70 DAIŞ´iyên Elman mane

Li dijî van her sê jinan wê ji ber endametiya rêxistineke terorîst a li derveyî Elmanyayê, doz bê vekirin. Li gorî rayedarên Elman ji ber ku tirsa reva wan nîne, ew ê serbest bên dadgehkirin. Li gorî vê cezayê herî bilind dikare 10 sal bin, lê ji bilî vê binpêkirina qanûna sîlehan, sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina hiqûqa navneteweyî dikarin cezayên ji vê dirêjtir jî mumkin bikin. 
Hîna li gorî texmînan 70 kesên gihiştî û 150 zarokên welatiyê Elmanyayê hene di wargehên Roj û El-Holê.

NAVENDA NÛÇEYAN