Omar Suleyman berdan
În 19 Mijdar 2021 - 23:04
- Stranbêjê ji Serêkaniyê Omar Suleyman ê ku dewleta Tirk bi hinceta endametiya YPG´ê girtibû, doh hat berdan.
Stranbêjê ji Serêkaniyê Omar Suleyman ê ku dewleta Tirk bi hinceta endametiya YPG´ê girtibû, doh hat berdan. Omar Suleyman Ereb e, lê timî nêzî daxwazên miletê Kurd bû. Ew muzîka ji rêûresmê ya Erebî ya ji Bakurê Sûrî, muzîka Kurdî û muzîka elektronîk bi awayekî serketî têkelî hev dike û ji destpêka salên 1990´î ve muzîkê dike. Ew navneteweyî jî hat naskirin piştî ku di salên 2000´î de bi muzîkjenê Îslandî Bjork re hefkarî kir. Ev qederê deh salan bû ku ew li Rihayê dima.
Çarşema bihurî hêzên dewleta Tirk bi sermala wî ya li Rihayê de girtin û ew kirn nezaretê. DEwltea Tirk ew bi endametiya PYD´ê tohmetbar kir. Pêr êvarê nûçe belavbûn ku Tirkiye dixwaze Omar Suleyman teslîmî çeteyên xwe yên Sûrî bike. Axir Omar Suleyman piştî ku derket pêşberî dadger, hat berdan.
RIHA