- Olaf Scholz da zanîn ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Buroya serokwezîrê Elmanyaya Federal Olaf Scholz da zanîn ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Buroyê li ser navê seorkwezîr got, “Em fikaran dikin ji ber zirarên canî yên muhtemel ên li sivîlan ên li deverên dikevin ber êrişê. Û em ji dewleta Tirk dixwazin ku êrişên xwe rawestîne.”
Navenda ji bo Xebatên Raya Giştî ya Kurd a li Berlînê, Civaka Azad ev daxuyanî erênî nirxand, lê xwest ku ev yek ne tenê bi gotinan bimîne, û li gorî vê daxuyaniyê jî beramberî dewleta Tirk helwêst bê nîşandan.
BERLÎN