OHD: Divê şertên Ocalan bêne başkirin
În 17 Gulan 2024 - 18:15
- Hevserokê OHD’ê Serhat Çakmak derbirand ku ji bo bi Ocalan re hev bibînin wan dîsa serî li Wezareta Dadê ya Tirk daye û xwest ku şertên Ocalan bêne başkirin. Çakmak her wiha diyar kir li Tirkiyê hiqûq bûye amûra AKP’ê, biryarên dadgeriya înfazê siyasî ne.
OMER IBRAHÎMOGLU/STENBOL
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak ragihand ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin wê careke din serî li Wezareta Dadê ya Tirk bidin û got: "Ji dêvla tecrîdê divê şert û mercên azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bên nîqaşkirin."
Serlêdana hezar û 300 parêzeran a ji bo Wezareta Dadê ya Tirk û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya di 22'ê Çileya 2023'an de bê encam ma, lê ligel vê serlêdanên hem ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê hem jî ji bo îfadedayînê dewam dikin. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) xwe kar dike ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike, serî li Wezareta Dadê ya Tirk bide.
Hiqûq bûye amûra AKP’ê
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak têkildarî mijarê axivî. Çakmak biryara Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya Tirk ku gotibû "tecrîd tune ye" bibîr xist û got: "Em parêzer in û em dizanin Dadgeriyên Înfazê biryar didin. Mesele ew e ku hinceta polîtîk a di bin pêşîgirtina hevdîtinê de bi destê hiqûqê ji holê rakin. Me jî hiqûq esas girt û serlêdanek kir û me xwest em encamekê bi dest bixin. Lê belê desthilat hiqûqê ji bo berjewendiyên xwe wekî amûrekê bi kar tîne. Biryara dadgeriyên înfazê jî bi temamî siyasî ye û berdewamiya biryarên desthilatê ye."
‘Tecrîd tine’ ne hiqûqî ye
Çakmak anî ziman ku bersiva "tecrîd tune ye" ne hiqûqî û rewa ye û got: "Divê em ji Wezareta Dadê vê yekê bipirsin; gelo Dadgerê Înfazê bêyî fermaneke siyasî dikare biryareke der barê pêşîgirtina hevdîtinê bigire? Na, nikare. Em vê yekê rasterast nabînin, lê ev nayê wê wateyê ku em bîra tiştekî wiha nabin. Zêdetirî sê sal in, gotina 'Dadgerên Înfazê hene, lewma em nikarin hevdîtinê bidin kirin', nikare di warê hiqûqî û siyasî de ser vê meseleyê bigirin."
Bi hevsengiya polîtîk tevdigerin
Çakmak bilêv kir ku tu serlêdanên wan ên ji bo tecrîdê nayên bersivandin û got: "Dadgehên divê bêalî bin, mixabin niha bûne amûreke desthilatê."
Çakmak, bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî û got ku welatên cîhanê di vî warî de polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin.
Me serî li Wezareta da
Çakmak diyar kir ku ew ê careke din serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Em dem bi dem serî li Wezareta Dadê didin. Herî dawî me daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re bi rêya serdozgeriyê ji Wezareta Dadê re şand. Niha ji bo encamgirtinê û serlêdanê hewldanên me yên qada hiqûqê û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî didomin." MA