Odilon Redon û ‘mijara afirîneriyê’

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Di sedsala 19’an de li Ewrûpayê gelek hunermendên "avantgarde" yanî pêşeng hebûn ku bi şêwezên nû derdiketin pêşberî xelkê û di dîroka hunerî de pêlên nû didan dest pêkirin.

Di sedsala 19’an de li Ewrûpayê gelek hunermendên "avantgarde" yanî pêşeng hebûn ku bi şêwezên nû derdiketin pêşberî xelkê û di dîroka hunerî de pêlên nû didan dest pêkirin. Wî zemanî şêwaza împresyonîst gelek tiştên nû ava dikirin di warê şêwekariyê de. Şêwekarê bi navê Odilon Redon ê Fransî jî di vî warî de xwedî estetîkeke baş bû û mijarên ku teswîr dikirin, zêdetir surrealîst bûn. Her wiha hin kes karên wî bi sembolîzmê re jî dinirxandin ku wî çaxî şêwazeke pêşketî bû li Fransayê. 

Redon jî bi rengên xwe yên pastel û şêwaza xwe ya ku li pey xewnan diçû û razberî xêz dikir, hat naskirin. Her çiqas navê wî weke yê Monet û Van Gogh neyê zanîn jî tesîra hunerê wî li ser gelek bizavên hunerî yên wê demê hebû.

Tabloya Redon ya herî navdar ya ku şêwaza wî baş nîşan dide tabloya bi navê “Mijara afirîneriyê” ye. Redon ji dêvla ku tiştên dibîne xêz bike, ji xewnan, xewnereşk û mîtolojiyê îlham digirt. Redon derbarê pêvajoya afirîneriya xwe de dibêje, “Min her tim ji bo xwe bi pêş bixim, resmê li hemberî xwê yê rastîn xêz kir, lê dema wêne bi dawî dibû, min ferq dikir ku dilê min lê rehet nebûye. Her tim kêmasiyek hebû. Lê çaxê ku ez bi pey xêzkirina xeyalan ketim, wê gavê dilê min rehet bû. Ji lewra bi sembolan xeyalên xwe xêz dikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.