- Rêber Apo di tecrîdeke şidandî de ye. Vê rastiyê êdî tenê gelê Kurd û tevgera azadiyê nabejê; hiqûqa navneteweyî-CPT bi xwe jî ev yek ji raya giştî re eşkere kir.
Adar Şaman
Rêber Apo di tecrîdeke şidandî de ye. Ji kûrahiya rûpelên dîrokê û heya îro, tecrîta herî girankirî li ser kesayeta wî tê meşandin. Vê rastiyê êdî tenê gelê Kurd û tevgera azadiyê nabejê; hiqûqa navneteweyî-CPT bi xwe jî ev yek ji raya giştî re eşkere kir. Hebûna tecrîda girankirî û êşkenceya li girava Îmraliyê qebûl kir. CPT, xwest ku pergala êşkencê ya li Îmraliyê tê meşandin were guhertin û bi qebûlkirina hebûna tecrîdê re li xwe mukir hat. CPT hebûna tecrîd û êşkenceyê erê kir, lê para xwe ji nedîtî ve hat. Zimanê rapora CPT, zimanê dîplomasiyê ye û di rakirina tecrîdê de erka xwe ji nedîtî ve hat. Lê tê zanîn ku CPT jî şirîkê pergala tecrîd û êşkenceya 22 salan a li girava Îmraliyê ye. Qaşo, ev sazî temsîla hiqûqa navneteweyî dike û mafê mirovan diparêze. Tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê, bi destek û erêkirina hiqûqa navneteweyî tê meşandin. Dewletên di komploya navneteweyî de cîh girtin, îro jî pergala tecrîda li Îmraliyê bi rê ve dibin.
CPT bi vê raporê, têkoşîna gelê Kurd a li hember pergala tecrîd û êşkenceyê rewa dît. Ev jî tê wê wateyê ku ji îro û şûn de pêdivî bi têkoşînek global a li hemberî pergala tecrîta li ser Rêber Apo bi her şêweyê meşandin rewa ye. Qonaxa ku were ravekirin, êdî naveroka rapora CPT’yê di hiqûqa navneteweyî de bi hevsengiya têkoşînê, encamgirtin pêwîst e. Êdî dem hatiye ku pergala Îmraliyê were hilweşandin û hevdîtina civakî bê misogerkirin. Ji ber ku pergala Îmraliyê, li dijî xeyalên gelan ên azadiyê hatiye sazkirin. Bi vê pergalê re tevahiya civaka mirovahiya demokratîk, muxalif û civaka jinê hatiye tecrîdkirin. Jin, azadiya xwe di paradîgmaya netewa demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de dibîne ku Rêber Apo afirînerê wê ye. Ji ber vê di serî de divê em jin, bi têkoşîna xwe vê rejîma faşîst a li Îmraliyê hilweşînîn. Ev, ew rejîm e ku her roj civaka jinê tehdît dike û di qirkirinê re derbas dike. Ji bo vê jî divê hilweşandina vê rejima kujer û qirker bi destê jinan pêk bê!
Zeman di şexsê Rêber Apo de azadî bi xwe ye. Mekan zîndan e, û navbera çar dîwaran e. Zeman, heqîqeta Rêber Apo ye. Ew, heqîqeta ramanê ya mezin û wateya rêya çareseriyê ye. Di demê de mekan, li gorî zeman tên guhertin. Bi fikr û ramana felsefîk, îdeolojîk û paradigmaya netewa demokratîk, li derveyê mekanên ku hatine çêkirin, xwe gihand heqîqetê. Di nava vî zeman û mekanî de azad dijî. Hebûna xwe bi zayîna wateyê re yekpare kir. Wate, bi azadiya ramanê re mezin û mayînde kir. Ji bo vê li derveyî mekan, lê bi zeman re jiya û kêliya azadiyê afirand. Demkurtiyên kêliyên azadiyê gelekî bi êş in! Her wiha afrandin bi xwe jî encama hezkirina ji kedê ye. Di nava zeman de lê li derveyî mekanê lê ye azad e. Nûnertiya ruhê serdemê dike. Bi gotinek din, zeman bi hebûna “wî” azad dibe. Bi wateya demê re rêyên çareseriyê diafirîne. Bi tevahiya astengiyên rejîma faşîst û dewleta mêtînger, xwe gihandiye heqîqeta der mekanên pergalê.
Ji bo xwe bigihînê heqîqeta bê zeman û bê mekan kedek mezin da. Ruhê demê pêk anî û bi zanyariya wateya felsefîk bû gotina zimanê demê. Li her devera ku lê ye, neqşeya rêya jiyana azad diyar dike; bi hebûna xwe û têkoşîna xwe, bi hebûna zeman re bi wate dike. Bi vê re, di şexsê xwe de lêgerîna bêrîkirina xeta rêbertî û pergala şaristaniya demokratîk ava kir. Di hemû destkeftî, têkoşîn, afirînerî, zanyarî, ramyarî û avakirinê de kedek bêhempa dide. Diyalektîka zeman û mekan bi heqîqetê re dike yek.
22 sal derbasbûn! Gelo ev 22 sal çawa derbasbûn? Derya şahidê van 22 salan e. Kombûna hemû wateyên jiyana gerdûnê û hebûna azadiyê di vê dîrokê de şîn bû. Xeyalên azweriya hevjiyana azad di vê dîroka qedîm de teşe girt…
Di wateya mekan û zeman de xwegihandina mekanê parzemîna demsaljiyana heqîqetê, di wateya zîhnî de lêgerina heqîqetê ye. Bi fikreke mezin û hêza wateyê, mekanên heyî derbas kir. Rêber Ocalan, ruhê demê dijî û şopa xwe li rabirdû, demê û siberojan dixe. Dîyalektîka hebûn, zeman, mekan û demsalî di nav hev de dijî. Girîngiya gotinê bi azadiyê re dike yek. Zeman, di şexsê Rêber Apo de dibe azadî! Wî, zeman û mekan bi hebûna azadiya ramanê bilind kir. Bi vê re pergala Rêbertîyê bû hebûneke civakî, paradîgmaya neteweya demoktatîk, azadiya jinê, civaka demokratîk û ekolojîk saz kir. Zeman; bi ramanê Rêber Ocalan re azadî bi xwe ye. Heqîqata zeman, heqîqeta Rêbertiyê ye. Di nava demê de azad dijî, rêyên serfirazî û azadiyê diyar dike. Di her keliyê de, rêya çareseriyê ji xitmandinê rizgar dike û rêyên nû vedike. Hêza çareseriyê di vîna civaka demokratîk û hevjiyana azad de dibîne.
Ger, bê dawî û bê rawest e! Heta ku hebûn azad nebe, wê ger jî û meş jî her hebe. Qasida jiyana nû, di lêgerînên nefsî û ruhî de azadî pêk tê. Kêliyên azadiyê weke ava çemê Feratê, bi hêrs diherike û astengiyê nas nake. Ev, ew demên ku kin û şid in. Ji bo ku hebûnek nû çêbe, pêdivî bi herikandina jiyanê heye. Bi her rabûna pêleke avê re, bi qasî bilindahiya wê guhertinek nû çêdibe. Rabûna Tofanê, bi xwe re jiyaneke nû ango pergaleke nû ava kir. Lê ya dihat mereqkirin ew bû ku, wê pergala piştî Tofanê bi xwe re çi bîne? Ji ber ku yên çûbûn, dihat zanîn. Wê siberoja mirovatiyê jî bi paradigmaya modernîteya demokratîk azad bibe.
Rêber Apo, azadî û hebûna gelê Kurd e. Di şexsê wî de hebûna gelekî tê tecrîdkirin. Tecrîda li Îmraliyê tê wateya qirkirina çandî, dîrokî, fîzîkî û xwezayî ya gelê Kurd. Êdî dem hatiye, Rêber Apo azad be!