Ocalan li siyasetmedarên wêrek digere

Sêşem 3 Îlon 2024 - 02:15

  • Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî. Uçar di axaftina xwe qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Behadîn bi bîr xist diyar kir Kurd bi kuştinê naqedin.’’ Têkilî  êrîşên li ser Kurdî anî ziman’’Dijî zimanê me şer ragihandin.’’ Uçar rola Rêber Ocalan a di çareseriya pirsa Kurd de  destnîşan kir û got,’’Ocalan ji bo aştiyê li siyasetmedarên wêrek digere.’’

Bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê li Amedê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî meşek hat eli dar xistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber AZC Plaza ya li ber Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê hatin bahev. 

Di meşê de ku Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî beşdar bûn de, sekînina girseyî ya demekî dirêj a ji aliyê polîsan ve bi çepikan hate protestokirin. Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî li herî pêş bûn bi pankarta ku Kurdî û Tirkî li ser “Azadî û aştî nikare were tecrîdkirin” dest bi meşê kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta “Jin di aştiyê de bi israr in” meşiyan.

Platforma KESK’ê ya Amedê bi pankarta “Em teslîmî şer, xizanî û mêtîngeriya kedê nabin, aştiyê dixwazin” tevlî meşê bûn. 

Bi kuştinê Kurd naqelin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun roja aştiyê ya cîhanê li gelan pîroz kir. Ûçar a her du rojnamevanên Kurd ên di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilklirin bi bîr anî û wiha got: “Rojnamegeriya Kurd li her derê nîşanda ku çawa tê nivîsin. Hûn nikarin bi kuştinê Kurdan biqedînin. Hevalên me li ku derê dibin bila bibin wê rastiyê binivîsin. Hûn bi van êrîşan nikarin gelê Kurd bitirsînin. Ti derew, operasyon û êrîşên we nekarîn vê rastiyê biguherînin û wê nikaribin biguherînin. Kuştina rojnamevanan sûcekî şer e. Rojnamevan ji bo ku rastiyan dinivîsîn tên qetilkirin.”

Dijî zimanê me şer îlan kirine

Ûçar da zanîn ku pêvajoya aştiyê dikare bi Rêber Abdullah Ocalan re bê meşandin û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bêdeng nebû, nesikînî. Tevî zilmê jî got aştî. Tu hêz nikare vê bide rawestandin. Em ê bersivê bidin kesên ku nahêlin gelê Kurd li erdnîgariya xwe ji bo aştiyê bimeşin. Yên ku nikarin bibin neynûka gelê Kurd, nikarin wan bitirsînin. Jinên kurd, ciwanên Kurd, gelê Kurd li ser piyan e. Ji bilî Plana Şark İslahatê tiştekî din di destê we de nîne. Tenê polîtîkayên şer hene. Hûn siyasetê nakin. Hûn desthilateke ku aboriyê tenê li ser şer û mirinê ava dikin û tenê mayîne ne. Kesên ku tehamulî zimanê gelê Kurd nakin nikarin gotinekê ji me re bêjin. Tehamulî nivîsa ‘Pêşî peya’ nekirin. Bi zimanê me yê dayikê li dijî çanda me şer îlan dikin.”

Em bêdeng namînin

Ûçar bilêv kir xizanî ewqas zêde bûye ku mirov bi polîtîkayên şer re întîxar dikin û wiha got: “Ji niha û pê ve siyaseteke bi vî rengî nîne. 25 sal in li Îmraliyê tecrîdê dikin. Kesênku  dixwazin li wêneyê Tirkiyeyê binêrin bila li Îmraliyê binêrin. Bêhiqûqî li wir e, li Îmraliyê aştiya birûmeta a tê xwestin heye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere. Em li vir qala nirxên gelê Kurd dikin. Desthilat bi têgeha ‘terorê’ hewl dide civakê bêdeng bike. Em bêdeng nebûn û em ê bêdeng nebin jî. Her kesek ji me heta ku aştiyeke birûmet neyê avakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.