NY'yê pêşî çete vaksîn kirin

Şemî 15 Gulan 2021 - 03:12

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo derziyên vaksîna li dijî vîrûsa koronayê li asta navneteweyî bên belavkirin, dest bi kampanyaya Hewldana COVAX’ê kiribû. Ev kampanya bi taybetî ji bo welatên ku koçber û penaber lê gelek in û ji bo herêmên ku şer li wan diqewime ye. WHO´yê di vê çarçoveyê de soz dabû ku ji meha Adarê heta meha Gulanê 90 hezar derziyên vaksîna Covid-19´ê bide herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser jî plana wê dikir ku van derziyan destpêkê ji bo mirovên bi nexweşiya giran û xebatkarên tenduristiyê bi kar bîne ku di nava koma metirsîdar de ne. Lê belê heta niha tenê qederê 700 derziyî şandine û ew jî hemû dane nexweşxaneyeke li Qamişloyê ya ser bi rejîma Şamê.

WHO’yê hefteya bihurî 203 hezar derzî dan herêmên dewleta Tirk ew dagir kirine.

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) a navenda wê li Cenevreyê, WHO rexne kir, ji ber ku derziyan li gelek herêman bi taybetî jî li Sûriyeyê bi rengekî wekhev belav nake. MSF’ê diyar kir ku ji daxuyanî û hejmarên fermî gelekî zêdetir, mirov nikarin derzî û testan bi dest bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.