NY ji bo Tişrînê raporê amade dike
Duşem 27 Çile 2025 - 03:30
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema rûxandina rejîma Baasê ve bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Ji bo parastina bendavê ji hilweşînê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji 8ˈê Çileyê ve çalakiya nobetê li bendavê dike. Dewleta Tirk li bendavê jî bi balafiran êrişî gelê sivîl kir. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişan de 21 sivîl şehîd bûne û 203 jî birîndar bûne. Di heman demê de bendava ku ceyran û avê dide herêmê ji xizmetê derketiye.
Têkildarî sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gel û binesaziya herêmê, ajansa ANHA’yê xwe gihand Komîteya Lêkolînan a ji bo Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY).
Li gorî agahiyên ku komîteyê dane, komîte sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker dişopîne. Komîteyê diyar kir ku ew ê der barê van sûcan de raporekê di meha Sibatê de biweşîne.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN