Fermandariya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Nûpel Têkoşer Dêrik (Sena Elî) ya ku Çileya 2023’yan di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Eyn Îsayê birîndar bibû, di 7'ê Sibatê de şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got;

“Hevrêya me Nûpel Tekoşer Dêrîk (Sena Elî) di sala 1999’an de li bajarê Dêrîkê ji dayik bû. Bajarê Dêrîkê ku malavantiye gelek lehengên mezin ên tekoşîna azadiya gelan kir, bi vê çanda xwe ya welatparêz di nava şoreşa Rojava de jî bû wargeha keç û xortên leheng. Hevrêya me Nûpel jî di nava vê çanda berxwedêr de di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û  di sala 2018’an de tevlî nava refên YPJ’ dibe. 

 

Her kêliya jiyana wê watedar bû

Weke jineke ciwan  di nava şert û mercên şoreşê de kesayata xwe ava kir û di nava şoreşê de bû xwedî kesayeteke pêşeng.  Bi kesayata xwe ye jîr û jêhatî jî her kêliya jiyana şoreşgerî  bi wate jiyan kir.

Hevrêya  me Nûpel di 18’ê Çileya 2023’yan de li Eyn Îsa di encama topbarana dewleta Tirk a li ser herêmê de birîndar bûbû û dihate dermankirin. Lê tevî hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û di 7’ê Sibata 2023’yan de gihîşt asta şahadatê.

Em di serî da sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe Nûpel û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em ê weke Yekiyên Parastina Jin tola hevrêyên xwe hilînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN