Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê, bi armanca guhdarîkirina pirsgirêkên koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û çareserkirina van pirsgirêkan, li Silêmaniyê civîn li dar xist. Nûnerên PYD'ê xelk li ser rewşa siyasî ya Kurdistan û xasma Rojava jî civîn ji gel re çêkir.
Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêr bi şev li taxa Taslûca ya Silêmaniyê ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê civîn çêkir.
Di civînê de bi dehan koçberên ji Rojavayê Kurdistanê amade bûn. Nûnertiya PYD’ê gel derbarê rewşa siyasî û rewşa Rojavayê Kurdistanê de agahdar kir. Di civînê de pirsgirêkên ku koçber rûberûyê wan dibin û rêbazên çareserkirina pirgirêkan jî hatin nîqaşkirin.
Nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê, Nûrî Essed xelk li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de agahdar kir.
Endamê Nûnertiya Rojava, Xelîl Efrîn jî li ser pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê, zehmetiyên rûberûyî wan dibin, axivî û mijara xwebirêxistinkirina gel û rêveberiyê jî nirxand.
ROJNEWS/SILÊMANÎ