Nûnerên Efrîka Başûr li Rojava

În 24 Îlon 2021 - 01:30

  • Ebdulkerîm Omer ji şandeya Efrîkaya Bakur re got, Rêveberiya Xweser gefê li yekitiya Sûriyê û aramiya welatên cîran naxwe û ew ji bo avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk û nenavendî ya ji bo pêkhateyan hemûyan, modela çareseriyê ye.

Doh şandeyeke ji Başûrê Efrîkayê gihîşt herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di serdanê de rewşa ewlehiyê li herêmê û beşdariya Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî de hatin nîqaşkirin. 

Şandeya ji Efrîkaya Başûr bi serokatiya balyozê vî welatî yê Sûrî û Libnanê, Barry Gilder û rêvebera nivîsgeha UNICEF`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Natasha Stogozuka pêk hat. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirên hevserokatiya Daîreyê, Fener El-Giêt û Ebîr Êliya li navenda Daîreya Têkiliyên Derve, heyeta ji Efrîkaya Başûr pêşwazî kir.

Di hevdîtina aliyan de gelek doz û mijarên siyasî, aborî, rewşa Sûriyê û nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Rojava modela çareseriyê ye

Ebdulkerîm Omer derbarê hevdîtinê de got, “Şêniyên herêmê ji destpêka aloziyê ve rastî êriş û hemû rengên terorê hatin.

Diviyabû valahiya ewlehiyê bê dagirtin û têkoşîna li dijî terorê bê kirin. Rêveberiyê bi derfetên xwe yên kêm karîbû aştiyê û îstiqrarê ji pêkhateyên li herêmê hemûyan re peyda bike .”

Ebdulkerîm Omer got, Rêveberiya Xweser gefê li yekitiya Sûriyê û aramiya welatên cîran naxwe û ew ji bo avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk û nenavendî ya ji bo hemû pêkhateyan, modela çareseriyê ye.

Civaka navneteweyî ji bo aştiya mayînde

Di hevdîtinê de rewşa ewlehiyê piştî tinekirina DAIŞ`ê, beşdarbûna Rêveberiya Xweser di xebatên siyasî de, rêbazên çareseriya siyasî li Sûriyê, girîngiya zêdekirina hewldanên civaka navneteweyî di warên siyasî, aborî,ewlehî û mirovî de ji bo mayîndekirina aştî û îstiqrarê li herêmê, hatin nîqaşkirin.

Her wiha behsa astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser ên wekî hebûna bi dehan şaneyên çeteyên DAIŞ`ê, rewşa tenduristiyê li gel belavbûna Koronayê, bandora vîrusê li herêmê, bandora girtina dergehê Til Koçerê, hate kirin.

Li kêleka wê rewşa mirovî li kampan, nexasim jî li kampên Holê û Roj, û çawaniya vegerandina welatiyên ji Efrîkaya Başûr ber bi welatên wan re jî hat nîqaşkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.